Bi pêşengiya TJAyê derbarê îşkence û miameleya xerab ku li Navenda Rehabîlîtasyonê ya Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatibûn, hate protestokirin û di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bûyera qewimî ye birînek civakî ye ku li dijî civakê pêk hatiye.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê îşkence, tundî û miameleya xerab ku li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê rû dane, li hewşa Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê daxuyanî hate dayîn û ev kirin hatin protestokirin. Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn. Pankarta bi nivîsa “Em li dijî tacîz, tecawiz û hemû cureyên tundiyê li qadan bin’ hate vekirin. Metna daxuyaniyê ya bi Kurdî aktivîsta TJAyê Havva Can û ya Tirkî jî aktivîsta TJAyê Rûken Zeryam Işik Yildiz xwend.
‘Derxistina rastiyan berpirsiyariya hemû civakê ye’
Hevva Can destnîşan kir ku sûcên wek tundî, tacîz, tecawiz û angaştên mirinên bi guman ku li Navenda Rehabîlitasyona Taybet a Şîfayê ya Êlihê pêk hatine, ne sûcên li hemberî kesekî hatine kirin in û wiha axivî: “Ev bûyer birîneke civakî ye ku jin, astengdar, pîr û kal çawa bi rejîmeke bêcezakirî re rû bi rû ye jî radixe ber çavan. Ji ber vê yekê berpirsyariya derxistina rastiyan û cezakirina failên vê bûyerê berpirsyariya hemû civakê ye. Em wek TJAyê li hember van angaştan ji roja ewil heya niha çalakiyan li dar dixin û li ber xwe didin. Têkoşîna me û nobeta me ya edeletê di roja 10emîn de ye. Ev 10 roj in em daxwaza xwe ya edaletê li kolanan û taxan mezintir dikin. Û diyar dikin ku tu kes dê rastiyan nekaribe di tariyê de bihêle. Me roja ewil daxuyaniya xwe da, piştre jî meşa xwe li dar xist û li ser tora dijîtal vê rewşê xist rojeva raya giştî. Hefteyek jî li ber Edliyeya Êlihê bi daxwaza edaletê çalakiya rûniştinê li dar xist. Li ser têkoşîna me Walitiya Êlihê neçar ma daxuyaniyek bide. Her wiha saziyên sivîl ên civakî ket hewldanê û hin malbatan serî li ÎHDê dan.”
‘Jinên Kurd, zarok û astengdar ne bi tenê ne’
Havva Can diyar kir ku ji ber biryarên nepeniyê li ser çapemeniyê ambargoyek heye û hin sazî û rayedar jî bêdeng in û daxuyaniyê wiha bi dawî kir: “Ev rewş jî nayê gebûlkirin. Em spasiyê xwe pêşkêşî çapemeniya azad û kesên piştgiriyê didin têkoşîna me dikin ku di vê pêvajoyê de em tenê nehiştin. Li aliyê din, helwesta bêdengiyê ya li hember angaştên ewqas kirin berê jî hebûn. Me di bûyerên Rojîn Kabaîş, Gulistan Dokû û Rojwelat Kizmaz de jî vê helwestê ditîbû. Van bûyeran nîşan dabû ku li Kurdistanê di sûcên li hember jinan pêk tê de mekanîzmayên edaletê naxebitin. Tevgereke li gorî hiqûą û polîtîkayên şerê taybet pêk tê. Em ê li hember van polîtîkayan û texrîbatên ji ber van polîtîkayan pêk tên, bisekinin û li ser pêya bin. Em ê rêxistinbûna xwe mezin bikin, xweparastinê bi rêxistin bikin. Jinên Kurd, zarok û astengdar ne bi tenê ne.”












