Welatiyên Gever û Şemzînanê ku ji bo Mitînga Azadiyê bi rê ketin, bi govend û stranan berê xwe dan Wanê.
Mitînga Azadiyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Bi Rêbertiya Azad Ber bi Azadiyê ve’ tê lidarxistin, wê li Qada Newrozê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê saet di 17.00an de dest pê bike. Welatiyên navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê jî berê xwe dan Wanê û ji bo mitîngê di rê de ne. Welatiyan li tesîseke bêhnvedanê ya navbera Gever û Wanê de bi cil û bergên Kurdî govend gerdandin û kêfxweşiyên xwe nîşan dan.
Her wiha ji hemû bajarên Serhedê welatî ji bo tev li mitîngê bibin berê xwe didin Wanê.













