Di rûnîştina duyemîn a Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî li ser ‘Perwedehiya bi zimanê dayikê’ hate axaftin. Di konfernasê de hate diyarkirin ku ji bo ziman malbat û dibistan pir girîng in û hat destnîşankirin ku zarokên Kurd dema dikevin dibistanê sermiyanê xwe winda dikin.
Konferansa Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê tê li dar xistin, bi rûniştina duyemîn a bi navê ‘Perwerdehiya bi Zimane Dayikê’ berdewam kir. Di rûniştina bi serenavê ‘Zimanê Dayikê û Perwerdehiya bi Pirzimanî û Pirzaravayî: Stratejî û Zehmetiyên wê’ de moderatorî Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 3yemîn a Amedê Gulser Sargul kir û zimanzan û akademîsyen Dr. Resûl Geyîk, zimanzan û akademîsyen Ûbeydûllah Platîn û nivîskar Ferîde Akturan axivîn.
‘Kurs û kolej dikarin perwerdeya Kurdî bidin’

Akademîsyen û mamosteyê zimanê Kurdî Resûl Geyîk diyar kir ku du pirsgirêkên mezin hene ya ewil parastina ziman a duyemîn jî dê perwerdehî çawa be? ye û behsa teoriya hînbûna zimanê Kurdî kir û li ser faktorên civakî jî ev tişt anî ziman: “Mîr Celadet di Kovara Hawarê de dibêje ‘yek netew yek ziman yek xwîn.’ Kurs û kolej dikarin perwerdeya Kurdî bidin lê niha tu kolej nadin. Çima em li Amedê kolejeke Kurdî venakin.”
Di axaftina xwe de Resûl Geyîk bal kişand ser hişê çêkirî û diyar kir ku ji bo zimanê Kurdî winda nebe divê zimanê Kurdî li hişê çêkirî jî were barkirin.
Di nav civakê de rola ziman

Akademîsyen û mamosteya zimanê Kurdî Ferîde Aktura li ser mijara ‘Di Çarçoveya Entegrasyona Demokratîk de stratejî û perspektîfên perwerdeya pirzimanî û pirzaravayî hem ji bo xwendekaran hem jî ji bo civakê çawa dikarin hîn baştir werin plankirin?’ axivî.
Ferîde Aktura destnîşan kir ku ji bo kalîteya perwerdeyê bigihêje asta herî baş, di vê navê de qebûlkirina zimanê hemû civakan jî rûyekî rastiyê ye û ev tişt vegot: “Bêguman ne tenê ev, dema ku xwendekar bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, zanyariyên xwe hîn rehet û baş fêm dikin; li vir hestên wan jî hîn xurtir dibin. Di civakê de kesên ku bi zimanê xwe di nava jiyanê de cih digirin, hem xwe hîn azad dibînin hem jî çand û nasnameya xwe digihînin nifşên din. Ev mijar jî di pergala perwerdeyê de wekî bingeheke demokratîk cih digire. Dema xwendekar di nava civakê de bi zimanê xwe, bi çanda xwe diaxivin û tên qebûlkirin, li vir aştî û asayîşa civakê jî hîn baştir ava dibe.”
‘Zarokên Kurd dema dikevin dibistanê sermiyanê xwe winda dikin’

Akademîsyen Ûbeydûllah Pîlatîn diyar kir jî ku modela netew dewletê laboratûara asîmîlasyonê ye û wiha got: “Piştî ku dewletê karê pewerdehiyê ji xwe re kir armanc gotina yek netew û yek zimanan derket holê. Armanc yekkirina hemû civakê ye. Jiyana dibistan û malbatê ji bo xwendekaran pir girîng e. Zarokên Kurd dema dikevin dibistanê sermiyanê xwe winda dikin.”
Rûniştina duyemîn bi pirs û bersivan bi dawî bû. Piştre jî navber hate dayîn û derbasî rûniştina dawî ya îro bi navê ‘Çand û Medyayê’ bûn.













