Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê ji bo bangawaziya Mitînga Azadiyê ku dê sibe pêk bê belavok belav kirin û gel vexwend mitîngê.
DEM Partî, Tevgera Jînên Azad (TJA) û HDKê li navçeya Esenlerê ya Stenbolê ji bo Mitînga Azadiyê ku dê sibe li Qada Baxcilarê pêk bê belavok belav kirin û gel vexwend mitîngê. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, aktivîstên TJAyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin û belavok hatin belavkirin.




















