Ciwanên Niştimanperwerên Kurdistanê bi daxuyaniyek ragihandin ku wan li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê 2 cerdevan (noker) cezakirine û du cerdevanên din jî bi giranî birîndar kirine.
Ciwanên Niştimanperwerên Kurdistanê bi daxuyaniyek ragihandin ku wan li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê li dijî cerdevanan çalakiyek tolhildanê lidarxistine. Daxuyaniya Ciwanên Niştimanperwerên Kurdistanê wiha ye: “Di 29’ê Hezîranê de komek cerdevanên ku ev bi salan e li dijî gel û ciwanên welatparêz kar dikin û destê wan di şehîdxistina gerîlayan de hebûn û destê wan bi xwîna gel sor bûne, hatin hedef girtin û tinekirin.
Di nava vê komê de du cerdevanên bi navên Xalid Niya û Burhan Kirîsanî hatin cezakirin û du cerdevanên din jî bi giranî hatin birîndarkirin navê yek ji wan Sîrose.
Ev kom berdewam li dijî gel, gerîla û pêşmergeyan kar dikirin û destê wan di gelek bûyeran de hebûn. Destê vê komê di şehîdxistina sê gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê yên bi navên Şehîd Numan, Munzur û Argeş de hebûn.
Di sala 2018an de her sê gerîla ji aliyê vê komê ve li navçeya Pawe hatin şehîdixistin. Wek Ciwanên Nîştimanperwer yên Kurdistanê em dubare dikin ku çalakiya cezakirina vê komê, ji bo tolhildana gelê me û şehîdxistina her sê gerîlayên ku bi destê van cerdevanan pêkhatibû ye.
Di vê daxuyaniyê de em carek din dubare dikin ku hinek aliyên ku ti peywendiya wan bi vê bûyerê ve nebûn, çalakiya me girtine ser navê xwe û belav kirine. Bi vî rengî jî gel û raya giştî dixapînin. Em wan aliyan hişyar dikin ku dest ji van karan berdin.
Ev çalakî ji aliyê Ciwanên Nîştimanperwer yên Kurdistanê, ciwanên bajarê Pawe ve pêkhatiye. Aliyên ku vê çalakiyê digirin ser milê xwe ti peywendiya wan bi vê çalakiyê ve nîne. Pêwîste raya giştî gelê me bawerî bi wan neyîne.”













