Ciwanên enternasyonalîst ku di 10ê sibate de dest bi Meşa Dirêj a di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ hatiye destpêkirin bûn, gihîşt bajarê Stuttgart ê Elmanyayê.
Meşa Dirêj ku bi beşdariya gelek ciwanên enternasyonalîst û kurd ên ji bajarên cuda yên Ewropayê di 10ê sibatê de li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê kir, ber bi bajarê Strasbourg ê Fransayê ve dewam dike. Di roja sêyemîn a meşê de çalakger li Stasyona Trenê ya Stuttgartê li hev kom bûn. Çalakger wê di nava rojê de 21 kîlometreyan bimeşin û xwe bigihînin bajarokê Boblingenê. Danê êvarê jî wê li Boblingenê derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) bibin û li vê derê semînerek bi mijara ‘Jin ên ciwan û zayendiya civakî’ bê lidarxistin.
Dê semînerê bidin
Çalakger wê serê sibehê saet di 08:00 de li ber Stasyona Trenê ya Offenburgê li hev kom bibin û ber bi navenda bajêr ve bi 19 kîlometreyan bimeşin. Danê êvarê jî li bajarê Lahrê li NCDKê wê bi mijara ‘têkoşîna enternasyonal’ semînerek pêk were. Serê sibehê saet di 08:00 de wê çalakger li Qada Parkê ya Golf Dietenbach a Freiburgê li hev kom bibin û li navenda bajêr bimeşin. Danê êvarê li NCDK a Freiburgê wê di bernameya ‘Xwendina Rêbertî’ de li hev bicivin. Serê sibehê saet di 07:00 de bi otobusan wê çalakger ber bi Strasbourgê ve biçin û li cihê meşê bi girseya gel re bicivin.