Endamên JÎTEM û Hîzbî-Kontrayê 32 sal berê li gundê Kulîncê yê Rihayê rojnameger Kemal Kiliç bi texsiya torosê revandin û kuştin. 31 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatine darizandin.
Di salên navbera 1990î û 2000î de zêdetirî 17 hezar mirovên kurd ji aliyê JÎTEM û Hîzbî Kontra ve hatin kuştin. Kesên hatin kuştin ewil hatin revandin û piştre kuştin. Cenazeyên wan an li tenista rêyan avêtin an jî di bîrên asîtê de tune kirin. Gelek jî di gorên komî de veşartin. Di nava kesên hatin revandin û kuştin de siyasetmedar, rojnameger û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk jî hebûn. Wê demê di nava 17 hezar mirovan de nêzî 50 rojnamegerên kurd jî hatin kuştin. Rojnamegerê ku ewil ji aliyê JÎTEM-Hîzbî Kontra ve hat kuştin Cengîz Altun bû. JÎTEM û Hîzbî Kontra di 1992an de 8 rojnameger û di 1993an de jî 13 rojnameger kuştin.
Yek ji kesên ku di salên 1990î de di dema ku Tansu Çîler Serokwezîr, Mehmet Agar Wezîrê Karên Hundir û Dogan Gureş jî Serfermandarê Giştî yê Artêşê bû, hate kuştin jî Nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Rihayê Kemal Kiliç bû. Ligel ku gelek caran gef li Kemal Kiliç xwarin û wê demê nûnerê Rojnameya Ozgur Gundemê yê Serêkaniyê Huseyîn Denîz kuştnin jî; Kemal Kiliç xebatên xwe bi awayeke rêk û pêk meşand. Lê 4 kesên ku di 18ê Sibata 1993an de bi wesayita Torosê li ser riya Riha û Akçakaleyê li xaçeriya gundê Kulunçeyê pêşiya Kemal birîn, ji maşînê daketin û Kemal kuştin.
Kujerên Kemal Kiliç ê ji ber ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de dixebitî ji aliyê leşkeran ve der barê wî de agahî hate komkirin û hate tehdîtkirin piştre jî hate kuştin. Di ser kuştina Rojnameger Kemal Kiliç re 32 sal borî. 31 sal in kujer hîna nehatiye darizandin û cezakirin. Birayê Kemal Kiliç Mahmut Kiliç di nirxandinên berê ku ji Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re kiribû, destnîşan dike ku waliyê wê demê Ziyaettîn Akbulut ku di serdema AKPê de parlamenterî kir, berpirsyarê qetilkirina birayê wî ye. Kemal Kiliç, bibîr dixe ku wê demê birayê wî Kemal ji walî parzvan xwestibû lê walî nedabû. Mahmut diyar dike ku berpirsyarê qetilkirina Kemal walî ye û li gel vê yekê di serdema AKPê de bûye parlamenter.
Dadgeha Ewropayê Tirkiye mahkûm kiribû
Waliyê Rihayê yê berê Ziyaettîn Akbulut, li gel wekî berpirsiyar hat dîtin jî di serdema AKPê de 3 serdem bû parlamenterê Tekîrdagê. 31 sal borîn, lê di lêpirsîna dosyaya kuştina Kemal Kiliç de tu guhertin pêk nehat. Dadgehê di 18ê Sibata 2013’an de dosya wekî “demborî” nîşan da û ser dosyayê girt. Bi vî rengî dawî li darizandin û şopandina kujer anî. Çeka bi markeya ccech a 9 mm a ku Kiliç pê hatiye kuştin di 1993yan de li ser endamê Hizbullahê Huseyîn Guney ê li Amedê hate girtin derket. Çeka navborî di qetilkirina Kiliç jî di nav de di 15 bûyerên kuştinên kiryar nediyar de hat bikaranîn û Huseyîn Guney ê ji Êlihê ye di îfadeya xwe de cihgiritan xwe ya di kuştina Kiliç de înkar kiribû. Gotibû çek endameke kevn a hîzbullahê daye wî. Guney di 3yemîn Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de 5 salan hate darizandin û di 23ê adara 1999an de ji ber ku “endamê hîzbullahê ye” cezaya muebetê girtibû. Kiliç ê ku yek ji rojnamegerên ku Demîrel bi gotina “ew ne rojnameger in, mîlîtan in” hedef nîşan dabû ye û di dosyaya wî de edalet bi cih nehat, dewlet di qetilkirina Kemel Kiliç de li Dadgehe Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME( mehkum bûbû. Parlamenterê AKPê yê berê Ziyaettîn Akbulut ê ji kuştina Kiliç berpirsyar e jî ji aliyê DMMEyê ve ji bo îfade bide hatibû gazîkirin. Lê neçû. DMMEyê di biryara xwe ya 28ê Adara 2000î de dabû dewlet ji ber “binpêkirina mafê jiyanê” û “Lêpirsîneke berfireh nemeşandiye” sûcdar dît û 38 hezar sterlîn ceza birî.
Kemal Kiliç rojnameger bû û her roj serê sibehê ji gundê Kulunçeyê diçû Rihayê buroya Rojnameya Gundemê û êvarî vedigeriya malê. Di rojên ku bûyer dê pêk bihata de Qereqola Cendirmeyan a Ugurluyê her tim digeriya, îfadeya wî digirtin, ji derdorên wî, der barê wî de agahî digirt. Pirsa çi karî dike, diçe li kû ye, dipirsîn. Der barê wî de agahî kom dikirin. Bavê Kemal demekê ji wî pirsa ‘Kemal der barê te de çima agahiyan kom dikin’ kiribû. Kemal jî birsiva ‘dev jê berde bavo’ dabû. Em piştre hîn bûn ku dixwestin komployê pêk bînin. Dixwestin Kemal dev ji karê xwe berde. Her tim dihat tehdîtkirin. Lê Kemal her tim bersiva ‘hûn çi dikin bikin ez ê vî karî bikm’ da dewletê.
Dema Kemal li ser xaçerêyê kuştin, li ser rê qulûbe hebû. Notirvanê qulubeya wê derê jî piştrî bûyerê winda bû. 5 roj piştî bûyerê leşker çûn mala Kemal û hemû tiştên aydî Kemal desteser kirin. Kesên malbatê gelek caran xistin nava lêpirsînê. Pirsên wekî “Pirsgirêka Kemal a jinan hebû? Bi kesekî re xusumeta wî hebû? dipirsîn. Wê demê leşkeran xwestin rastiyê berovajî bikin. Li şûna li kujeran bigerin, zêdetir xwestin îfadeya malbatnê bigirin. Hin caran rojê 2 caran çûn malbata Kemal.
Di ser kuştina Kemal re 32 sal derbas bûn, Lê hîna kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Herî dawî di 18’ê Sibata 2013an de bi hinceta “demborî ye” ser dosyayê girtin û kujer bêceza hiştin.