* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dahurandinên xwe de destnîşan dike ku bêyî ziman, civakek nikare bîra xwe ya dîrokî û xwebûna xwe biparêze û dibêje; “Zimanê civakekê ruhê wê ye, xwebûna wê ye. Li her qada jiyanê, ji malê heta kolanê, ji siyasete heta hunerê Kurdî bikin zimanê jiyanê. Ev helwest li dijî polîtîkayên ‘Yekzimanî’ bersiva herî xurt a avakirina jiyana nû ye.”
* Yildirim Aslan li ser wate û mîtolojiya govendê da zanîn ku heger pêşiya çanda popûler neye girtin dê çanda Kurdan ya resen winda bibe û wiha got: “Çanda popûler gerek nekeve nav çanda me ya resen, gelê Kurd divê ji gotin, heya cil u berg, tevger û jiyana xwe hewceye kurahiyek taybet derxe pêş da ku çanda wî winda nebe”
* Şaredariya Erxeniyê di navbera 7 û 10ê Gulanê de 2yemîn Rojên Pirtûkan li dar dixe. Hevşaredar Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar destnîşan kir ku bi armanca avakirina pêşerojek û civakeke demokratîk rojên pirtûkan li dar dixin û banga tev li bûnê kir.
* Hevserokê Giştî y ê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe ya li Meclîs de biaxive. (12:45)










