Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Ahmet Guneş ji ber agahiyên derbarê Rojava de li ser hesabê xwe yê Xê parve kiriye îfade da Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Ahmet Guneş diyar kir ku agahiyên wî parve kiriye di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ne.
Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Ahmet Guneş li ser hesabê xwe Xê nûçeyên derbarê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de agahî parve kiribûn. Ji ber agahiyên ku Ahmet Guneş parve kiriye, Midûriyeta Polîsan a Stenbolê lê geriyaye û gazî wî kiriye ku biçe îfade bide. Guneş çû Midûriyeta Polîsan û îfade da. Ahmet Guneş di îfadeya xwe de diyar kir ku parvekirinên wî di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de ye.













