Cenazeyê rojnameger Egîd Roj (Şervan Seydo) li Parkrewaneha Şehîd Dijwar bi girseyî hat veşartin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê ji bo rojnameger Egîd Roj (Şervan Seydo) ê ku di êrişa 15ê Sibatê ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmek girseyî hat veşartin. Cenazeyê Egîd Roj li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê gundewarê Hesekê hat veşartin.
Di merasîman de bi sedan xelkê bajarê Hesekê, koçerên Efrînê, saziyên çapemeniyê, rojnameger û nûnerên HSDê beşdarî merasîmê bûn.
Bi sedan kesî cenazeyê Egîd Roj bi dahol, zirne û kevneşopiyên Efrînî ji beradê şehîdan derxist û bi peyatî ber bi Pakrewangeha Şehîd Dijwar a Hesekê ve ketin rê.
Di merasîman de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Hesen Beko, li ser navê YRA û YRJê Stêrk Gulo, li ser navê hêzên leşkerî Nûrî Mehmûd, axaftin kirin.
Axêveran sersaxî ji tevahî malbatên cangoriyan, bi taybet ji malbata Egîd Roj re xwest in û gotin Egîd Roj çawa aşiqê çeka xwe bû, di heman demê de aşiqê kamereya xwe jî bû û şahidê êrişên dijî Efrînê, berxwedana Efrîniyan a li dijî êrişan û berxwedana wan heta bi Şehba û Bendava Tişrînê bû.
Axêveran destnîşan kir ku dewleta Tirk ji eşkerekirina rastiyan a rojnamegeran ditirse û ji ber wê yekser rojnamegeran dike hedefa xwe, beriya demekê jî dewleta Tirk rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî kirin armanca êrişa xwe.
Di merasîmê de li ser navê malbata Egîd Roj, birayê wî Dijwar axivî û diyar kir ku ew ê girêdayî têkoşîn û doza Egîd bimînin.
Merasîm bi guhdariya stranek ku ji hêla hevrêyekî Egîd Roj ve hatibû gotin, bi dawî bû.