• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Trump û Netanyahû li ser plana Xezeyê li hev kirin

    Trump û Netanyahû li ser plana Xezeyê li hev kirin

    Di derbiya Kurdistanê de Wanspor bi ser ket

    Di derbiya Kurdistanê de Wanspor bi ser ket

    Bi girseyî serdana şîna Fîlîz Dêrsîm û Têkoşer Dorşîn kirin

    Bi girseyî serdana şîna Fîlîz Dêrsîm û Têkoşer Dorşîn kirin

    Saziyên Şirnexê: Zimanê Kurdî xeta me ya sor e

    Saziyên Şirnexê: Zimanê Kurdî xeta me ya sor e

    Komîsyon dê vê carê li hiqûqnasan guhdarî bike

    Komîsyon dê vê carê li hiqûqnasan guhdarî bike

    Derheqê sê rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayîn

    Derheqê sê rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Hevdîtina DEM Partî û EMEPê bi dawî bû: Pêwîste desthilat gavan biavêj

Navenda Nûçeyan / AW

10 ADAR 2025 - 13:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û got ku divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û desthilat gavan biavêje.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ku di Şandeya Îmraliyê de cih digirtin, bi rêveberên Partiya Kedê (EMEP) re li Meclisê hevdîtin krin. Di hevdîtinê de li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin hatin kirin. Piştî hevdîtinê, daxuyanî hate dayîn.

‘Gavên demokratîk hewce ne’

Serokê Giştî yê EMEPê Seyît Aslan di daxuyaniyê de wiha got: “Têkildarî pêvajoyê agahiyên dawî hatin parvekirin û me fikrên xwe bi hev re parve kirin. Em dixwazin bibêjin ku banga ji Îmraliyê hatî, bêdengkirina çekan, nîqaşkirina pirsgirêka Kurd a li ser platformên demokratîk û aştiyane, ji bo demokratîkbûnê gelek girîng in.”

Aslan anî ziman ku serkeftina pêvajoyê dê ji hêla aborî û siyasî ve jî bi xwe re encamên erênî bîne û wiha domand: “Lewma em ji bo pêvajo bi demokratîkbûnê biencam bibe û pirsgirêka Kurd li ser bingeheke aştiyane û mafên wekhev were çareserkirin, me nêrînên xwe parve kirin. Partiya me ji berê heta niha her tim ev tişt got; ji bo pirsgirêka Kurd ji dorpêça şer were derxistin û pevçûn bi dawî bibin, di mijara avakirina zemîneke demokratîk de divê îktîdar jî gavan biavêje, dewlet jî gavan biavêje. Rakirina tecrîda li Îmraliyê, cîbicîkirina efûya siyasî, bidawîkirina polîtîkaya qeyûman, bidawîkirina zextên li ser saziyên demokratîk, rawestandina operasyonên derveyî sînor û vegera hevşaredaran a li peywira xwe, dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng bin.”

Aslan anî ziman ku divê her kes erk û berpirsyartiyên dikevin ser milê xwe tavilê bicih bînin û wiha pê de çû: “Ji bo ku temamiya van pêvajoyan li ser zemîneke bêhtir demokratîk bên nîqaşkirin, divê her kesê erk û berpirsyartiyên xwe tavilê bicih bînin. Nayê qebûlkirin ku ev bang bê vehêlandin. Ji bo me mijara esasî ew e ku ev pêvajo bi rê û rêbazên aştiyane, mercên wekhev û demokratîk bên çareserkirin.”

Aslan bal kişand ser êrişên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan jî tên kirin û got: “Em bûn şahidên komkujiyên hêzên HTŞê yên li dijî Elewiyan. Em careke din bang dikin ku van pevçûnan û komkujiyên li dijî Elewiyan bi dawî bikin.”

‘Bang ji bo 85 milyon kes hatiye kirin’

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêk bi rêyên muzakere û diyalogê bên çareserkirin metna bangawaziyê nivîsandiye û wiha got: “Serkeftina pêvajoyê, bi beşdariya çalak a tevahiya dînamîkên birêxistinkirî yên civakê, muxaleeta civakî û siyasî dibe. Di hevdîtina me ya bi EMEP’ê re de wan jî gotin ku ew girîngiyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk û ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoya aştiyê dê tişta ji dest tê bikin. Ev yek biqder û qîmet e.”

Bakirhan wiha domand: “Ev bang ne tenê ji bo Kurdan û DEM Partiyê hatiye kirin. Ji bo 85 milyon welatiyên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, jinan, ciwan û me tevan hatiye krin. Têkoşîna Tirkiyeyeke demokratîk a bêşer û bêpevçûn ku kesek lê jiyana xwe ji dest nadin, bi vê bangê dest pê kiriye. Ev bang, start e. Ji bo ev bang bigihije cihê xwe, hewcehî bi yekitiya hêzê heye.”

Şande piştre çû serdana Navenda Giştî ya CHPê.

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîEMEPŞandeya ÎmraliyêTulay HatimogullariTuncer Bakirhan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Profesorê Îtalyayî Enzo Traverso piştgirî da Ocalan

Profesorê Îtalyayî Enzo Traverso piştgirî da Ocalan

29 ÎLON 2025
Heyeta DEM Partiyê û DBPê çû serdana Beşîkçî

Heyeta DEM Partiyê û DBPê çû serdana Beşîkçî

28 ÎLON 2025
‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

‘Ereban nameya Serok danîn ser serê xwe’

28 ÎLON 2025
Halîde Turkoglu: Em meşa azadkirina birêz Ocalan didin destpêkirin

Halîde Turkoglu: Em meşa azadkirina birêz Ocalan didin destpêkirin

27 ÎLON 2025
Temel: Heke komîsyon li birêz Ocalan guhdar neke dê pêvajo bixetime

Temel: Heke komîsyon li birêz Ocalan guhdar neke dê pêvajo bixetime

27 ÎLON 2025
Li Qoserê dê mehekê ji bo aştiyê îmze bên berhevkirin

Li Qoserê dê mehekê ji bo aştiyê îmze bên berhevkirin

26 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (469)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne