Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan dema peywira şaredariyê dewr girtin li ser gotina kesek astengdar der barê wan de doz hatibû vekirin. Têkildarî doza ku hatibû vekirin de biryara neşopandinê hat dayîn.
Piştî ku namzetên DEM Partî di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de bi ser ketin hedef hatin nîşandan û bi êrîşan re rû birû man. Li ser gotinên kesekî ji sedî 50 astengdar doz li hevşaredarên navçeya Sûrê ya Amedê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan hat vekirin. Têkildarî doza ku hatibû vekirin de biryara neşopandinê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta ‘heqareta li serokomar hatiye kirin’, ‘aşkera heqaret li bîranîna Ataturk hatiye kirin’ dozê vekiribû.
Piştî dîmenên ku tê gotin ji aliyê polîsan ve hatine berbelavkirin doz hat vekirin û piştî 8 mehan biryar hat dayîn ku hewceyî lêpirsînê nîne. Di biryarê de dîmenên kamerayê, axaftinên şahidan hatiye destnîşankirin ku tu delîlek nîn e ku hevşaredar Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan sûcê ‘heqareta li serokomar hatiye kirin’, ‘aşkera heqaret li bîranîna Ataturk hatiye kirin’ kirine. Di biryarê de bal hat kişandin ku U.G yê astengdar ku ji ber gotinên xwe ket ber lêpirsînê di îfadeya xwe de diyar kir ku hevşaredaran ew teşwîq kirine yan jî berê, di dema sûc û piştî wê de alîkarî dane wî.
Di biryarê de hat gotin ku hevşaredaran sûc nekirine û hewcedarî bi dewamkirina dozê nehatiye dîtin.