Çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê ketin navenda bajarê Hemayê û bajar dagir kirin. Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku ji bo parastina sivîlan xwe vekişandine başûrê bajêr.
Li Sûriyeyê êrîşên çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê didome. Piştî pevçûnên bi rojan ên li derdora bajarê Hamayê, çeteyan ketin navenda bajarê Hamayê. Artêşa Sûriyeyê ragihand ku ji bo parastina sivîlan hêzên xwe yên çekdarî vekişandine xeta başûrê bajêr. Çeteyan jî girtîgeha navenda bajêr kirin bin kontrola xwe û girtiyan serbest berdan.