• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Piştî şoreşê zêdeyî 100 saziyên ragihandinê vebûn

Mehmet Alî Ertaş / AW

21 NÎSAN 2025 - 08:20
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî şoreşa 19ê Tîrmeha 2011an zêdetirî 100 saziyên ragihandinê vebûn. Nêzî Hezar û 700 rojnameger karê ragihandinê dikin û ji sedî 60ê wan jin in.
Hevserokê YRA ya Rojava Dilyar Cizîrî, anî ziman ku piştî şoreşa 19ê Tîrmehê, li Rojava ragihandina azad pêş ket û zêdetirê wan jin in. Dilyar Cizîrî destnîşan kir ku êrîşên Dewleta Tirk li ser ragihandinê zêde ye û heta niha 31 endamên ragihandinê di êrîşên Dewleta Tirk û komên girêdayî wê de jiyana xwe ji dest dane.

Di serdema Rejîma Baas de hemû xebatên ragihandinê yên muxalif qedexe bûn. Saziyên ragihandinê yên heyî hemû di destê Rejîma Baas de bûn û xizbeta rejîmê dikir. Li Sûriyê Rejîma Baas bi awayekî hişk desthilatdarî xistibû destê xwe. Bi dehan salan bi vê desthilatdariyê Sûriye xist kontrola xwe. Rê nedida ku tu dezgeh û saziyên ragihandinê bên vekirin. Destûr nedida ku her kes beşên ragihandinê bixwîne. Di salên dawî de rê li pêşiya xwendinê hat vekirin. Lê vê carê derfetên kar nedidîtin. Yên beşa ragihandinê dixwend neçar diman ku li qadek din kar bikin. Li Rojava xebatên ragihandinê yên fermî tunebûn. Yên heyî jî di xizmeta rejîmê de bûn.

Piştî Tevgera Azadiyê xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş xistin, xebata ragihandinê di aliyê nivîskî de pêş ket. Dema yekem partiya Kurd ava bû gelek kovar derketin. Wekî Gelawêj, Stêrk hatin çapkirin. Piştî partî hatin avakirin, her partiyekê kovara xwe çap kir. Lê di aliyê belavkariyê de zahmetî hebûn. Bi piranî bi zimanê erebî dihatin çapkirin. Piştî 1982an li Ewropayê kovara Berxwedan hat çapkirin. Ji bo Rojava rûpelek hat veqedandin. Bi zimanê erebî weşan dikir. Ev wekî destpêka rojnamegeriya Kurdî ya azad bû. Piştre Dengê Kurdistan û Sorgul dest bi weşanê kirin. Xebatên ragihandinê li Lubnanê pêş ketin. Piştî ku di 2008an de KCKa Rojava hat ragihandin, xebatên ragihandinê jî dest pê kir. Lê hemû xebatên ragihandinê bi awayekî veşarî dihat kirin. Di 2007an de yekemîn Konferansa Ragihandinê hat lidarxistin. Gelek ciwanên xebatên ragihandinê dikirin, hatin girtin û rastî îşkenceya giran hatin.

Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a Rojava Dilyar Cizîrî têkildarî rewşa Rojnamegeriya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Bi Şoreşa Rojava re, li ser zemîna konferansên 2007-2009an pêşiya rêxistinkirina ragihandinê vebû. Beriya Şoreşa 19ê Tîrmehê ku serhildanên gel dest pê kir, xebatek berfireh hat meşandin. Xebatkarên ku berê bi dizî kar dikirin, êdî aşkere xebatên ragihandinê kirin. Ciwanên nû tev li xebatên ragihandinê bûn. Di 2012an de Rojnameya Ronahî dest bi weşanê kir. Amadekariyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dest pê kir. Ewil di bin baneyê ANFê de beşên erebî hatin vekirin. Piştre di Adara 2013an de ANHA ava bû. Ronahî TV di sala 2012an de dest bi weşanê kir. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan xebatkarên ragihandinê karê ragihandinê dikin. Bi piranî jin in. Ev nîşan dide ku şoreşê çiqas zemîn ji ragihadinê re vekiriye û çiqas ragihandin pêş ketiye.”

Rojava bû qubleyek xebatên ragihandinê

Hevserokê YRAyê Dilyar Cizîrî da zanîn ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî Hezar û 700 xebatkarên ragihandinê hene û wiha berdewam kir: “Nêzî 100 saziyên ragihandinê ku hatine ruhsatkirin hene. Gelek ji wan jî di saziyên navdewletî de dixebitin û xelkê herêmê ne. Li kêleka Ronahî TV, Rojava vebû. Dîsa televizyona Erebî El Yewm vebû. Jin TV beşe mezin li vir xebatê dikin. Gelek produksiyon li vir bernameyan çêdikin.”

Piranî jin in

Hevserokê YRAyê Dilyar Cizîrî, destnîşan kir ku piştî şoreşê gelek sazî û dezgehên ragihandinê hatin vekirin û wiha lê zêde kir: “Saziyên ragihandinê hinek li ser înternetê û hinek bi rêbazên cuda xebatên ragihandinê dikin. Zêdeyî Hezar û 700 xebatkarên ragihandinê hene û ji sedî 60 jin in. Bi şoreşê re ragihandina ku karibe nûnertiya civakê bike pêş ket. Di nava şoreşê de hem xwe perwerde kirin û hem hevalên xwe perwerde kirin. Îro li zanîngehan zemîn hatiye avakirin. Li Zanîngeha Kobanê, li Zanîngeha Rojava û li Zanîngeha Şerq, perwerdehiya ragihandinê tê dayîn. Dîsa ji bo perwerdekirina rojnamegeran akademî hatine avakirin. Lê dîsa pêwistiya me bi ragihandineke hîn zêdetir heye. Divê di aliyê pîşeyî de gavên zêdetir bêne avêtin. Pêdiviya me bêtir di aliyê pîşeyî de heye. Hejmar heye. Lê aliyê pîşeyî lawaz e. Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye xebatên ragihandinê giran kirin. Piraniya komên çekdar ên li Sûriyê şer dikin, ji aliyê Sûriyê ve hatine destkerkirin û perwerdekirin. Me gelek endamên DAIŞê dîtin ku ji Tirkiyeyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.”

31 rojnameger hatin kuştin

Dilyar Cizîrî bal kişand ser êrîşên li dijî Rojnamegeran û ev agahî parve kir: “Di êrîşên Tirkiye û komên girêdayî wê de heta niha 31 hevalên me yên ragihandinê şehîd bûne. 17 kes di êrîşên balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan. Niha li seranserî sînor balafirên bêmirov êrîşan dikin. Herî dawî li ser xeta Bendava Tişrînê 3 hevalên me yên rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egît Roj di êrîşa balafiran de şehîd bûn. Xeteriya Dewleta Tirk a li ser çapemeniyê zêde ye. Sazî û dezgehên navdewletî jî heta niha rola xwe pêk neanîye. Ji bo êrîşên Dewleta Tirk bêne rawestandin tu hewldanên wan tune ne.

Dilyar Cizîrî herî dawî ji bo parastina rojnamegeran jî axivî û wiha got: “Wekî YDAyê em parastina rojnamegeran ji bo xwe wekî erk dibînin. Em parastina hemû rojnamegerên Sûriyê ji bo xwe erk dibînin. Ji bo eşkerekirina binpêkirina mafên rojnamegeran jî me komite ava kirine. Em raporan amade dikin. Em hewl didin xwe bigînin sazî û dezgehên navneteweyî. Ji bo şewirê xebat didomin. Lê êrîşên dewleta Tirk didomin. Mînak maşîneya xebatkarên Jin TV di 23ê tebaxa 2023an de li herêmeke sivîl bûn hedefa balafira bêmirov a Tirk. Di encamê de ajokar Nejmedîn Hec Sînan jiyana xwe ji dest da. Dîsa 2 kes jî birîndar bûn. Xeteriya li ser rojnamegeran heye. Li dijî vê yekê semîner û xebat hene. Dîsa têkiliyên me yên bi saziyên navdewletî re didomin.”

Dilyar Cizîrî herî dawî destnîşan kir ku mijara sereke parastina rojnamegeran e û wiha bi dawî kir: “Niha me wekî YRDyê ji bo parastina rojnamegeran yekîneyek ava kiriye. Ev yekîne hem di aliyê şewirmendiyê de û hem jî di aliyê parastina rojnamegeran de xebatan dike. Yekîne ji bo parastina rojnamegerên Sûriyeyê xebatan didomîn.”

Etîket: Dilyar CizîrîRojavaRojnamegerŞoreşYRA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Osman Kiliç hat kirin

16 ADAR 2026
Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

9 ADAR 2026
Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

Nextgen Kurdî foruma bi navê ‘Ciwanî û Aştî’ li dar xist

7 ADAR 2026
Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

Ma Musicê salvegera xwe ya 9emîn diyarî Rojava kir

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (8)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne