• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî

    Ji mitînga Amedê bang kirin: Divê birêz Ocalan azad bibe

    Banga mitînga ‘azadiyê’: Divê roja mitîngê hemû dinya me bibîne

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Dayikên Aştiyê banga tevlibûna ‘Mitînga Azadiyê’ kir

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora DFGê ya Cotmehê: Rojnameger di hedefa cezakirinê de ne

Amed / AW

3 MIJDAR 2025 - 12:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê di rapora xwe ya meha Cotmehê de destnîşan kir ku êrişên li dijî çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û da zanîn ku li 10 rojnamegeran 12 sal û 2 meh û 20 roj cezayê hepsê û 78 hezar û 722 lîre cezayê pereyan hate birîn.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), “Rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Cotmehê” aşkere kir. DFGê di rapora xwe de destnîşan kir ku êrişên li dijî çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û diyar kir ku tabloya li Tirkiyeyê heye her ku diçe tarî dibe.

‘Çi bi serê Hakan Tosûn hat?’

DFGê da zanîn ku meheke ku rojnameger hatin kuştin, êriş lê hatin kirin, ceza li wan hatin birîn, lêpirsînên nû hatin destpêkirin û qeyim tayînî dezgehên medyayê hatin tayînkirin li du xwe hişt û wiha got: “Daneyên ku di meha Cotmehê de derketin holê; di azadiya îfade, raman û çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de weke lekeyeke reş derbasî dîrokî bûn. Rojnameger Hakan Tosûn dema diçû cem malbata xwe ya li navçeya Esenyûrtê ji ber di rê de hate derbkirin xwîn çû ser mejiyê wî û di 14ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Rojnamegerek di nava kolanê de hate qetilkirin lê tu rayedarên dewletê tu daxuyanî nedan û ji bo cînayet neyê ronîkirin ketin nava hewldanê. Ev yek nayê qebûlkirin. Cînayeta Tosûn hej jî nehatiye ronîkirin û fikarên raya giştî ji holê nehatin rakirin. Em ê pirsîna pirsa ‘Çi bi serê Hakan Tosûn hat?’ bidomînin.

Di meha Cotmehê de êrişên li dijî rojnamegeran bi tenê Hakan Tosûn bisînor neman. Di meha Cotmehê de êrişî 5 rojnamegeran hate kirin. Mûameleya nebaş li 7 rojnamegeran hate kirin û şopandina nûçeyan a 15 rojnamegeran hate astengkirin.”

‘AKPê polîtîkayên xwe yên qeyim veguherandine rejîmê’

DFGê destnîşan kir ku desthilata AKPê polîtîkayên xwe yên qeyim veguherandine rejîmê û wiha domand: “Piştî ku rojnameger Merdan Yanardag di meha Cotmehê de bi ‘Operasyona Sîxurtiyê’ hate binçavkirin, qeyim tayînî TELE1ê hate kirin. Di dema weşanê de qeyim tayînî TELE1ê hate kirin û hesaba wê ya Youtubeyê hate girtin. Ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê lekeyeke reş e. Piştî vê yekê gelek kedkarên TELE1ê yên ku qeyim qebûl nekirin îstîfa kirin.”

’86 hesab hatin girtin, naveroka 540 nûçeyan hate astengkirin’

DFGê bi lêv kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê jî sansur bû û ev agahî parve kirin: “Parvekirinên nûçe û nivîsên medyaya dîjîtal yên der barê mirina Rojîn Kabaîş de ku bûye wîjdanê civakî hatin astengkirin. 2yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Wanê 86 hesabên ku têkildarî Rojîn Kabaîşê de nûçe û nivîs parve kirin girtin û naveroka 540 nûçeyên di medyaya dîjîtal de asteng kir. Her wiha dozgeriyê; derbarê Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger a îdiayên têkildarî Rojîn Kabaîşê de kirin nûçe û edîtora JINNEWSê Dîlan Babat a nûçeya têkildar parve kir lêpirsîn da destpêkirin.

Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurd ragihand ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi vekişîna hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kirine. Ev banga dîrokî bi taybetî di çapemeniya Kurdistanê û Tirkiyeyê de di çapemeniya cîhanê de cihekî girîng girt. JINNEWS, Ajansa Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad in, ji ber ku ev kêliyên dîrokî bi xwînerên xwe re parve kirin, rastî sansurê hatin. Hesaba Instagramê ya fermî ya Ajansa Mezopotamyayê û hesaba Tîktokê ya JINNEWSê hatin girtin. Her wiha naverokên li ser hesabên Instagramê yên JINNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê, hesabê Tîktokê ya Ajansa Welat û hesabê YouTube ya JINNEWS’ê hatin parvekirin jî bi hinceta ‘qeydên komê binpê kiriye’ hatin jêbirin.”

TELE 1ê qeyim şermezar kir û bi komî îstîfa kir

DFGê diyar kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê ew e ku hem fatûreya krîza aboriyê hem jî ya feraseta qeyim ji rojnamegeran re hate birîn û got: “Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê diyar kir ku piştî Fona Sîgorteyê ya Mewdueta Teserûfê (TMSF) Flash Haber Tv, Ekoturk Tv, Haberturk Tv, Show Tv, HT Spor, Bloomber HT di nav de dest danî ser saziyên medyayê û qeyim tayînî wan hate kirin 150 xebatkarên Flash Tvyê ji kar hatin derxistin. Xebatkarên TELE 1ê jî ji bo qeyim şermezar bikin bi komî îstîfa kirin. Di meha Cotmehê de 156 karker ji kar hatin derxistin.”

8 rojnameger hatin binçavkirin û 2 rojnameger hatin girtin

DFGê di berdewama rapora xwe de ev dane parve kirin: “Daneyên din ên girîng ên meha Cotmehê ev in; 8 rojnameger hatin binçavkirin û 2 rojnameger jî hatin girtin. Rojnameger Fûrkan Karabay di hucreya yek kesî de tê ragirtin. 28 rojnameger hêj jî dîl girtîne. Di meha Cotmehê de ji ber nûçeyên ku Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger a derbarê wê de du lêpirsîn hatin destpêkirin çêkirine, 3 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hatin birîn. Li 10 rojnamegeran 12 sal û 2 meh û 20 roj cezayê hepsê û 78 hezar û 722 lîre cezayê pereyan hate birîn. Derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsîna 2 rojnamegeran veguherî dozê.

Em van cezayên bêhiqûqî qebûl nakin

Di meha Cotmehê de danişîna gelek rojnamegeran hate lidarxistin. 22yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Enqereyê (Dadgeha Îstînafê) 6 sal û 3 meh cezayê hepsê ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Midûra Nûçeyan a JINNEWSê Oznûr Deger, Şefê Buroya MAyê ya Enqereyê Selman Guzelyuz, nûçegihanên MAyê Emrûllah Acar û Zemo Aggoz Yîgîtsoy û rojnameger Hakan Yalçin û Denîz Nazlim hatibû birîbûn erê kir. Zimanê nûçeyan û zimanê rêxistinê ji hev digire weke hincet hate nîşandan. Qebûlkirina vê yekê li dijî hiqûqê ye û nirxandineke subjektîf e. Em van cezayên bêhiqûqî qebûl nakin, em ê têkoşîna hiqûqî ya hempîşeyên xwe veguhêzin dadgeha jortir.”

‘Em serî natewînin û nivîsandina heqîqetê bidomînin’

DFGê di dawiya raporê de bal kişand ku li Tirkiyeyê êrîşên li ser çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û got: “Tabloya heyî her ku diçe tarî dibe. Em serî li hemberî van hemû zextan natewînin û nivîsandina heqîqetê didomînin. Em ne qetilkirina rojnamegeran ne sansurê ne jî qeyim qebûl nakin. Tevî sansur, ceza û qeyiman, em ê di rojnamegeriya aştiyê de israr bikin ku xwe dispêre wijdana civakê ku dibêje ‘Çi bi serê Hakan Tosun hat’ , ‘Divê mirina Rojîn Kabaîşê bê zelalkirin’ û ‘Divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin.'”

 

 

 

 

Etîket: cezakirina rojnamegeranDFGraporRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

‘Hezên demokratîk divê polîtîkayan hilberînin û saziyan ava bikin’

18 HEZÎRAN 2026
Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

Doza rojnamevan Ceylan Şahînlî hat taloqkirin

15 HEZÎRAN 2026
‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

10 HEZÎRAN 2026
Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe li PEyê rapora ‘pêvajoyê’ aşkere kir

Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe li PEyê rapora ‘pêvajoyê’ aşkere kir

4 HEZÎRAN 2026
DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

3 HEZÎRAN 2026
Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

22 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêveberên DEM Partiya Sêrtê: Werin em bi hev re Rêberê Gelê Kurd azad bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (622)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne