Şandeyek ji HDK, DEM Partî û DBPê pêk tê li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinan kir.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê têkildarî şandeya ku çûye Başûrê Kurdistanê û hevdîtina pêk tîne daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şandeya ji Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş, Endamê me yê Desteya Rêveberiya Navendî Serhat Eren, Hevberdevkê Komîsyona Dîplomasiyê ya DBPê Mûrat Sarisaç, Parlamentera me Salîha Aydenîz, Hevberdevkê me yê Meclisa Ciwanan Rêzan Kaganarslan û Nûnerê me yê li Hewlêrê Mûrat Şen pêk tên, li Hewlêrê hevdîtinan dike.”
Hate ragihandin ku têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Hewlêrê bi partiyên siyasî, kesayet û rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtin bên kirin.
Şandeyek bi heman rengî beriya niha li Silêmaniyê jî hevdîtinên bi heman rengî kiribû û têkildarî pêvajoyê danûstandinan kiribû.