‘Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê’ ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û bi hevkariya KURDÎWARê dihat lidarxistin, di roja 4emîn de bi panel û çîrokan bi dawî bû.
Li Wanê “Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” ku ji aliyê Şaredariya Tûşbayê û bi hevkariya KURDÎWARê dihat lidarxistin, di roja 4emîn de berdewam kir. Di çarçoveya bernameya îro de panela bi navê “Kurdên Japonyayê” ya nivîskar û rojnameger Îrfan Aktan, hevdîtina bi ciwanan re ya aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel û endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş tev li bûn û panela bi navê “Nêrîna siyaseta Kurd a li ser wêjeyê” ya Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Cemal Demîr tê de weke axiver cîh girtin, hatin lidarxistin. Herî dawî çîrokbêj Amîne Aktaş derket ser dikê û rojên wêjeyê bi çîrokên wê bi dawî bû.
Kurdên Japonyayê
Ewilî panela “Kurdên Japonyayê” ya ku rojnameger û nivîskar Îran Aktan weke axiver tê de cîh digirt, hat lidarxistin. Îrfan Aktan di destpêka axaftina xwe de behsa rêwitiya Kurdan a ber bi Japonyayê ve kir. Îrfan Aktan da zanîn ku Kurdên çûne Japonyayê ji eşîra Mexkanî ya giredayî konfederasyona Etmanîkan e û di sala 2022yan de bi qasî 2 hezaran nifûsa wan hebû. Îrfan Aktan anî ziman ku Kurdên Japonyayê ji ber nîjadperestiyê gelek polîtîk bûne û got: “Kampanyaya nîjadperest a li dijî Kurdan bi alikariya Tirkan dest pê kir û nîjadperestiya di serê 1920an de li Amerîkayê li dijî Japon û Çîniyan dihat kirin, niha bi heman şêwazî li dijî Kurdan tê kirin. Lê ev nîjadperestî niha li dijî Tirkan û misilmanan jî dest pê kiriye û li hemû cîhanê pêleke nû ya nîjadperestiyê li dijî penaberan dest pê kiriye. Divê Kurd li dijî vê yekê hişyar bin ji ber ku li hemû cîhanê belav in û bê xwedî ne.”
Piştre bi beşdariya aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel û endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş “Hevdîtina bi Ciwanan re” hat lidarxistin û ciwanan pirsên xwe ji axiveran kirin.
Nêrîna siyaseta Kurdan a li ser wêjeyê hat nîqaşkirin
Dûre panela bi navê “Nêrîna siyaseta Kurd a li ser wêjeyê” ya ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr tê de weke axiver cîh girtin, hat lidarxistin. Siyasetmedaran behsa wêje û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kirin û destnîşan kirin ku divê wêjeya têkoşînê bê avakirin.
Herî dawî çîrokbêj Amîne Aktaş derketin ser dikê û “Roja Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê” bi guhdarîkirina çîrokan bi dawî bû.




















