TJA dê li dijî bûyerên tacîz, tundî û destdirêjiyê yên li Êlihê zêde dibin îşev li ser medya dîjîtal xebata hashtagê bike.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikêşe li ser bûyerên îşkence, tacîz, tecawiz û îdiayên mirinên bigûman ên li Navenda Lênêrînê ya Taybet a Şîfayê ya li Êlihê ketine rojevê, dê îşev saet 20:00an xebata hashtagê bike.
TJA dê bi gotina “#İstismaraKarşıKadınNöbeti” kampanyaya hestiyariyê li dar bixe.













