Şirnex – TJA, di çarçoveya çalakiyên 1ê Gulanê de li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê bi jinan re civiya.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya çalakiyên 1ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran de li bajarokê Dêrgulê yê Şirnexê bi jinan re civiya. Endamên Meclisên Jinan ên DEM Partî û DBPê jî tev li civînê bûn.
Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Berdevka TJAyê ya Şirnexê Adalet Fîdan axivî. Adalet Fîdan bal kişand ser wate û girîngiya 1ê Gulanê û got ku jin li her qadê xwedî li ked û destkeftiyên xwe derdikevin.
Civîn, bi nirxandinên jinan bi dawî bû.