Amed – Parêzer û wasiyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç destnîşan kir ku miwekîlê wan Abdullah Ocalan di hevdîtina herî dawî ya bi biraziyê xwe re daxwaz kiriye ku parêzerên wî biçin hevdîtina wî û got: “Di warê siyasî de jî û di warê hiqûqî de jî dema azadiya birêz Abdullah Ocalan hatiye.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin. Abdullah Ocalan 25 sal in bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû ma û her tecrîd li ser wî berdewam kir. Ji sala 99an heta tîrmeha sala 2011an parêzeran bi rêk û pêk nebe jî lê belê diçûn cem Abdullah Ocalan û hevdîtinan pêk dianîn û peyamên wî digihandin raya giştî.
Lê belê ji tîrmeha 2011an ve hevdîtina parêzeran heta meha Gulana 2019an li gel Abdullah Ocalan qedexe bû. Di mehên Gulan, Hezîran û Tebaxa 2019an de pênc hevdîtinên îstîsnaî yên parêzeran li gel Abdullah Ocalan pêk hatin. Ji wê demê ve heta roja me ya îro tevî hemû serlêdanan û îtîrazên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî destûra hevdîtinan nehatiye dayîn. Ji serê her şeş mehan carekê hevdîtina parêzeran a li gel Abdullah Ocalan tê qedexekirin.
Herî dawî di 3yê Gulana 2024an de ji bo 6 mehan hevdîtin bi parêzeran a bi Abdullah Ocalan re hat qedexekirin. Her wiha îtiraza ji bo vê qedexeyê jî hat redkirin.
Qedexeya ku di dema Rewşa Awarte ya Tîrmeha 2016an de hatibû ragihandin, heta Sibata 2018an berdewam kir. Piştî vê dîrokê hevdîtina parêzeran êdî her serê şeş mehan hat qedexekirin. Bi biryara dawî ya qedexeyê re, di nava 8 salên dawî de herî kêm 14 caran hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û wasiyê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç derbarê qedexekirina hevdîtina parêzeran û malbatê ji Ajansa Welat re axivî.
Mazlum Dînç: Tecrîd hin bi girankirî berdewam dike
Dînç anî ziman ku ev 26 sal in li Girava Îmraliyê, pergala tecrîdê di meriyetê de ye û wiha got: “26 sal in di bin tecrîdê û îşkenceyê de tê girtin. Her ku diçe tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan hatiye girankirin. Wan salên berê qet nebe hefteyê carek be jî hevdîtina parêzeran û ji mehê carek du car hevdîtina li gel malbatê pêk dihat. Lê piştî Tîrmeha 2011an hevdîtina parêzeran bi temamî hatin qedexekirin. Di nava van 13 salan de sala 2019an di encama girevên birçîbûnê de tenê pênc hevdîtinên îstîsna pêk hatin. Her wiha hevdîtinên malbatê jî sala 2015an vir ve bi temamî hatine qedexekirin. Dîsa dem bi dem çend hevdîtinên îstîsna pêk hatin. Lê belê ev hevdîtinên ku pêk hatin nayê wê wateyê ku tecrîd bi temamî ji holê rabûye. Tecrîd hê jî li ser birêz Abdullah Ocalan û her sê girtiyên bi girankirî dewam dike. Berê hincetên ‘Keştî xerabe ye’ û ‘Rewşa hewayê nebaş e’ dihatin nîşandan, lê piştî Rewşa Awarte (OHAL) li Tirkiyeyê hat ragihandin rasterast biryar li ser Girava Îmraliyê hat girtin.”
’26 sal in hiqûq nakeve dewrê’
Mazlûm Dînç ji bo tiştên qewimîn dibêje, “Çi bû ku ev tişt pêk hatin?” û axaftina xwe wiha dewam kir: “Jixwe hiqûq bi temamî ji holê hat rakirin. Ev 26 sal in hiqûqa Tirkiyeyê li Îmraliyê nakeve dewrê. Êdî ew hincetên berê rakirin, vê carê biryarên dadgehê hincet hatin nîşandan. Ev biryar du salan hincet hatin nîşandan. Ew biryar ne biryarek hiqûqî ye. Tu nikare bi temamî hemû mafên girtiyekî ji destê wî bistînî. Tu nikarî hevdîtina parêzeran û malbatê bi temamî qedexe bikî. Her wiha mafên ragihandin ango danûstandina bi derve re, qedexe bikî. Hemû bi biryarekî hatibûn qedexekirin.”
Nikarin biryara ji me veşêrin
Piştre çi kirin? Dîtin ku ew biryara wan ne di cih de ye, vê carê ji serê her sê mehan carekê biryara “Cezayê Disiplînê” distînin. Hevdîtinê malbatê bi vê hincetê tên astengkirin. Û her serê şeş mehan carekê jî Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê jî biryara qedexekirina parêzeran distîne. Bi vê hincetê jî hevdîtinên parêzeran tên qedexekirin. Lê ev biryar çi ne, wan biryaran nadin me. Li gorî hiqûqa Tirkiyeyê van biryaran jî ji me vedişêrin. Lê belê li gorî hiqûqa Tirkiyeyê nikarin biryaran ji parêzeran veşêrin.”
‘Em pir dereng bi wan biryaran dihesin’
Mazlûm Dînç destnîşan kir ku divê ku wan biryaran teblîxî parêzeran bikin ku ew dikaribin serlêdanên îtîrazên xwe bikin û têkoşîna xwe hiqûqî bimeşînin û wiha pê de çû: “Em ji ber van biryaran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) didin. Hikûmeta Tirk, carna paşê, bi derengî wan biryaran dişînin DMMEyê. Ji wan agahiyan em hê nû pêdihesin, bi çi hincetê ev biryar hatine girtin. Dema em lê dinêrin, di wan biryaran de tu bingehek hiqûqî ya astengkirin û qedexekirina hevdîtina tune ye. Ji hincetan mînakek bidim; ji ber ku birêz Ocalan û her sê girtiyên din hefteyê sê roj û her rojê saetek derdikevin cihê hewadariyê û “volte diavêjin” vê dikin hinceta cezayê disiplînê. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi vê hincetê qedexekirina hevdîtina malbatê qet ne hiqûqî ye. CPT jî jixwe di raporên xwe de destnîşan kiribû; ev yek nayê qebûlkirin.”
‘Tu qanûneke ku hevdîtinan qedexe bike tine ye’
Mazlûm Dînç da zanîn ku qanûnên Tirkiyeyê ku bi tevahî hevdîtinên parêzeran qedexe bikin tine ye û got: “Her çiqas Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê biryarek wiha dide jî ev biryar ne hiqûqî ye. Jixwe li dijî van biryaran serlêdanên me hene. Herî dawî meha mijdarê biryara qedexekirina hevdîtin parêzeran ji bo şeş mehan hat standin. Wek biryarên din ev biryar jî bêhiqûqî ye.”
‘Li tu devera cîhanê ev yek nehatiye serê pêşengên miletan’
Mazlûm Dînç bal kişand ser tecrîd û rewşa Abdullah Ocalan têde ye û wiha axivî: “Li tu devera dinyayê tu pêşengên ku ketine zindanan, ewqasî têkiliya wan bi derve re, bi gel re nehatine qutkirin. Yanî bi qasî Girava Îmraliyê. Tecrîdek bir girankirî heye. Qet nahêlin ku agahiyek bê standin. Ji bilî hevdîtnan nahêlin bi rêya nameyan û ragihandinê jî tu agahî werin wergirtin. Em wek parêzerên birêz Ocalan nameyan dişînin lê em nizanin ka gelo nameyên me digihîjin destê wî an nagihîjin. Qadek wiha ava kirine ku kontrola wê jî ne mumkun e. Me ji hevdîtina dawî ya ku Omer Ocalan pêk anî fêm kir ku nameyên me nagihîjin destê birêz Ocalan û her sê girtiyên din. Jixwe divê naveroka nameyên parêzeran qet neyên kontrolkirin û rasterast bidin birêz Ocalan. Ev mafê ragihandinê ango danûstandina nameyan û telefonan 26 sal in qet li Girava Îmraliyê nehatiye naskirin. Tenê du caran hatiye naskirin. Ew jî îstîsna ye.”
‘Divê pergala îşkenceya li Îmraliyê were hilweşandin’
Mazlûm Dînç diyar kir ku ev rewşa heyî qet ne li gorî qanûnên Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Navê vê pergala îşkenceyê ye. Ev rewş xala qedexekirina îşkenceyê binpê dike. CPT di rapora xwe ya sala 2020an de dibêje, ‘Rewşa li Girava Îmraliyê diqewime, qet nayê qebûlkirin. Ne li gorî Peyman û hiqûqa peymanên mafên mirovan û navneteweyî ye. Pêwîste demildest bi awayek asayî hevdîtinên malbatê û parêzeran pêk werin’. Lê ev ji aliye hikûmeta Tirkiyeyê ve pêk nayê. Ev nêzîkatiya li hemberî hevdîtinan nayê qebûlkirin. Heke ev hevdîtina dawî jî ku pêk hat, heke bi nêzîkatiya heyî çêbûbe, qet nayê qebûlkirin. Pêwîste hevdîtin bi awayek asayî pêk werin. Pêwîste pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bi temamî were hilweşandin.”
Abdullah Ocalan daxwaz kiriye ku parêzer biçin hevdîtinê
Mazlûm Dînç anî ziman ku Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de jî daxwaz û bang kiriye ku ‘Divê parêzer werin hevdîtina min’ û got: “Heta niha jî pêşî li hevdîtinên parêzeran nayê vekirin. Bêguman her tim daxwaza wî ya hevdîtina bi parêzeran heye.”
‘Birêz Ocalan bûye navenda nîqaşan lê nikare biaxive’
Mazlûm Dînç bi bîr xist ku di demên dawî de Abdullah Ocalan bûye navenda hemû nîqaşên çapemeniya Tirk û desthilatdariyê û wiha axivî: “Ji bo vê jî divê demildest tecrîd bi dawî bibe û birêz Ocalan dikaribe ji van nîqaşan re bibe bersiv û dikaribe biaxive. Divê rasterast fikr û ramanên xwe bigihîne civakê.”
‘Êdî dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye’
Mazlûm di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û wiha got: “Jixwe ev 26 sal in di warê siyasî de tu bingeha hiqûqî ya girtina birêz Ocalan nîn e. Di warê hiqûqî de jî bingeha hiqûqê nîn e. Çimkî “mafê hêviyê’ heye. Ev maf di dibêje ku di warê hiqûqî de jî êdî tu berdewamkirina girtina wî jî nîn e. Ev biryara “mafê hêviyê” di nîsana 2014an de hatiye dayîn. Êdî di warê hiqûqî de jî dema azadiya birêz Ocalan hatiye. Nabe ku ‘mafê hêviyê’ yê birêz Ocalan bi şertan ve bê girêdan. Êdî ev tiştekî hiqûqî ye û rewa ye ku divê ku birêz Ocalan azad bibe. Da ku dikaribe di çareserkirina pirsgirêka Kurd de bi rola xwe rabe.”