Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê di 2yê Gulanê de bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasê deklarasyonekê parve bikin û xebatên ji bo 15ê Gulanê bidin destpêkirin.
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk dê di 2yê Gulanê de bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasê ya Amedê bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” deklarasyonekê parve bikin. Deklarasyon dê saet di 11:00an de bê ragihandin. Sazî û dezgeh dê xebatên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi ragihandina vê deklarasyonê bidin destpêkirin.
15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî
Di 15ê Gulana 1932yan de li Şama patexta Sûriyê ji aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan ve yekem car Kovara Hawarê tê çapkirin. Derketina kovarê ji bo weşangerî û zimanê Kurdî dibe destpêkek nû. Ev roj her sal ji aliyê saziyên zimanê Kurdî û partî û dezgehên Kurd ve li seranserî Kurdistanê weke Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Roja Cejna Zimanê Kurdî her sal di 15ê Gulanê de ji aliyê sazî û dezgehên zimanê Kurdî û partiyên siyasî yên Kurd ve bi bernameyên cihêreng tê pîrozkirin.














