Wan – Ercan Ensarî yê ku bi xwedîkirina heywanan ve mijûl e li ser sedemên xerabûna rewşa aboriyê axivî û got: “Heke demokrasî tune be aborî jî nabe. Li Tirkiyeyê demokrasî nîn e, hiqûq nîn e û îro zilm li ser cotkaran, sewalkaran û her kesî heye. Lewma aborî jî nebaş e.”
Li bakurê Kurdistanê herêma herî zêde sewal lê tên xwedîkirin herêma Serhedê ye. Herêma Serhedê ji ber zozan û mêrgên xwe yên berfireh; çem, kanî û rubarên xwe ji bo sewalkariyê herêmeke guncav e. Lê ji ber zivastanên dûr û dirêj jî sewalkar di mehên zivistanê de di dabînkirina debara heywanan de zihmetiyê dikişînin. Li gel vê ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKPê, sewalkarî li ber mirinê ye. AKPê di 22 salên dawî de guherîneke bingehîn di pergala sewalkariyê de çêkir. AKPê sewalkarî ji destê gundiyan girt û kir destê şirketên mezin ên ku sewalakariyê wek pîşeyekî dinirxînin û bi armanca zêdetir qezênc bi dest bixin. Şirketên ku bi destûra “kapîtalîzma hov” tevdigerin ji welatên wekî Brezîlya, Uruguay, Macarîstan û hwd. sewalan bi awayekî erzan tînin û bi kareke zêde difiroşin piyaseyê.
Sewalkarên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî ji ber qedexekirina zozanan, bihabûna êm û mazotê nikarin sewalan xwedî bikin. Sewalakar mecbûr dimînin sewalên xwe difroşin û ji bo debara xwe bikin jî koçî metropol û bajaran dikin. Bi vî awayî li bajaran bi 10 hezaran mirovên bêkar kom dibin, gelek însan jî ji ber neçariyê di sektorên cuda cuda de bi nanoziko dîsa ji holdîng û şirketên kapîtalîst yên ku li derdorê AKPê xwe rêxistin kirine re dixebitin.
‘Di vî karî de tişta herî zor peydakirina debara sewalan e’
Sewalkarê ciwan Ercan Ensarî (32) ku li Zaningeha Egeyê beşa sîyasetê qedandiye û niha di çewlika xwe de çêlek, pez û mirîşkan xwedî dike derbarê rewşa sewalkariyê, zor û zehmetiyên wê û polîtîkayên hikûmetê de axivî. Ercan Ensarî yê ku ev 2 sal in karê sewalkariyê dike, da zanîn ku piştî zanîngeh qedandiye di beşa xwe de kar nedîtiye û biryar daye ku sewalan xwedî bike. Ercan Ensarî behsa armanca xwe ya sewal xwedîkirinê kir û got: “Min got em karekî wisa bikin ku feydeya wê him ji însan re hebe, hem ji welat re hebe û him jî ji me re hebe. Di vî karî de ya pir zehmet xwedîkirina heywanan û peydakirina debara wan e. Çawa ku jiyana mirovan li ser xwarinê berdewam be, ya sewalan jî li ser xwarinê û wexwarinê ye. Mesrefa dewaran gelek zêde ye. Îro şîr nayê firotin, pere nake, em dixwazin ku em şîr bifiroşin û bila heqê şivanê xwe, rêncberê xwe û xwedîkirina xwe derxe. Lê belê ev du sal in hêj em nehatine wê astê, ji ber ku şîr pere nake.”
‘Bihayê şîr hikûmet diyar dike’
Ercan Ensarî bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên cihêkariyê û da zanîn ku bihayê şîr hikûmet diyar dike. Ercan Ensarî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hikûmetê bi navê ‘Lijneya Neteweyî ya Şîr’ tiştek avakiriye û bihayê şîr ew diyar dike. Em dixwazin şîrê xwe bi pereyekî baş bifiroşin ku bikaribin mesrefên xwe derxin. Lê ev 10 salan zêdetir e polîtîkayên hikumetê di vî warî de neguherîne. Enflasyon çiqas zêde bibe jî bihayê şîr naguhere. Bi vî awayî jî em cotkar û sewalkarên piçûk nikarin xwe li ser pêyan bigirin. Dîsa em diçin li Aksaray, Bûrdûr, Amasyayê dinêrin, Yekitiya Ewropayê hîbe dide wan, ji wan re goman çê dike, lê tu alîkariyê nade me. Ankû karê sewalkarên wan bajaran li ser avahiya dewletê pêk tê, lê dema em têne Wanê em vê piştgiriyê nabînin.”
‘Mazot li gorî sala par 2 qat biha bûye’
Ercan Ensarî li ser bihabûna mazotê jî sekinî û da zanîn ku mazot li gorî sala par 2 qatan zêde bûye, ev rewş jî li ser mesrefan bandoreke neyînî dike û wiha got: “Ez ket û koringana xwe bi xwe radikim, par mazot 44-46 lîreyan bû, lê niha bûye 80 lîre. Ev zêdebûna mazotê li ser me jî bandor dike. Traktor par donuma zeviyan bi 2 milyaran radikir, îsal bi 4 milyaran radike. Ji ber vê yekê bihayê debara sewalan jî her ku diçe zêde dibe. Em debarê ji derve dikirin. Kaya sipî berê tona wê 4 milyaran bû, niha bûye 10 milyaran û zivistana me jî îsal zêde dirêj bû. Ev jî me di rewşeke zehmet de dihêle.”
‘Li Tirkiyeyê demokrasî nîn e’
Ercan Ensarî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka demokratîk û bandora wê ya li ser rewşa aborî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku dewlet gavan navêje bandora pêvajoyê li ser aboriyê jî tune ye. Ev pêvajo ne ji aliyê aborî ne siyasî, ne jî civakî ve weke pêvajoya 2013an baş nîn e. Ankû di 2013an de gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê li pêwajoyê xwedî derdiket. Îro em mêze dikin gel li pêvajoyê xwedî dernakeve. Em çiqas bêjin pêvajo baş jî diçe, aborî dema ku baş neçe em dimînin di astengiyê de. Îro di meclisa Tirkiyeyê tu qanûn nehatine çêkirin, erê belkî li ser rewşa ciwakî tê axaftin, li ser demokrasiyê tê axaftin, lê gel hêj negotiye ku ew pêwajoya wan e û ew jî di vê pêwajoyê de hene. Dema qanûnsazî, cîbicîkarî û dadgerî çiqas ji hevûdû dûr bin ew qas dê civak azad be û welat demokratîk be. Îro di qanûnsaziyê û dadgeriyê de yek mirov heye. Dema ku demokrasî tune be ji xwe aborî jî nabe. Li Tirkiyeyê demokrasî nîn e, hiqûq nîn e, Tirkiye bûye dewleteke zûlimkar. Îro zûlim li ser cotkaran, sewalkaran, li ser her kesî heye, qayim hene. Aborî ji ber van tiştan nebaş e.”




















