Danişîna biryarê ya Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku qeyim tayînî cîhê wî hatiye kirin, hat dîtin. Şandeya dadgehê 19 sal û 6 meh ceza li Hevşaredar Akiş birî.
Danişîna biryarê ya doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ku di 3yê Hezîrana 2024an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezifeyê hatibû girtin û li şûna wî qeyim hatibû tayînkirin, hat dîtin. Mehmet Siddik Akiş ku bi angaşta “Rêveberê rêxistinê ye” tê darizandin, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBİS) beşdarî danişîna ku li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat li darxistin, bû. Parêzerên Akiş, Parlamenterê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak û malbata wî di danişînê de amade bûn.
19 sal û 6 meh ceza hate birîn
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û bi parastina Akiş berdewam kir. Şandeya dadgehê bi îdiaya “Rêveberiya rêxistinê” 19 sal û 6 meh ceza li Akiş birî. Her wiha dadgehê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li kesên ku bi Akiş re dihatin darizandin; Îzzet Belge, Hifzullah Kansû, Kadriye Îlbaş, Mîkaîl Atan, Seyhan Şahîn û Farûk Yildiz her yekî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî. Her wiha li Tahîr Koç, Husna Sagin û Hamdiye Çiftçi Oksuz jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Biryar hat protestokirin
Biryara pejirandina ceza li ber Edliyeya Colemêrgê bi daxuyaniyekê hat protestokirin. Parlamenter Vezîr Coşkûn Parlak ku li di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser pergala darizandinê û got: “Bi salan e li Tirkiyeyê daraz weke erkeke siyasî tê bikaranîn. Dîsa bi heman awayî bêhiqûqiyeke mezin hat kirin. Çawa ku we berê nekarî tekoşîna azadî û siyaseta demokratîk a gelê Kurd tasfiye bikin, hûn nikarin niha jî heman tiştî pêk bînin. Em ê nehêlin.”
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.














