• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Li Elbakê bi zarokên Kurd helbesteke nijadperest dan xwendin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Bûldan û Sancar bi siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    Tevî ‘têkoşîna’ walî jî cerdevan talanê dikin!

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

    ‘Gotin û pratîka dewletê hev nagire’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Belgeya Helwesta Hevpar: Divê hemû reng û vîn bên naskirin

Navenda Nûçeyan /AW

27 NÎSAN 2025 - 12:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di Belgeya Helwesta Hevpar ku di ‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê’ hatî erêkirin de, hat xwestin ku hemû reng, bawerî û nasname bên naskirin û hebûna wan bên mîsogerkirin.

Konfransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bi beşdariya hêzên siyasî yên Kurd û partiyan di 26ê Nîsanê li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Konfarans bi Belgeya Helwesta Hevpar ku hatî erê erêkirin bi dawî bû.

Li qada neteweyî ya Sûriyeyê xala destpêkê bi vî rengî ye: “Sûriye dewleteke ji gelek netew e, gelek çand, gelek ol û gelek baweriyan e ku mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike.”

Li qada neteweyî ya Kurdan jî xala destpêkê bi vî rengî ye: “Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de bibe yekîneyeke îdarî û siyasî ya hevgirtî.”

Ji bo Kurdan tê xwestin, “Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.”

Belge ji van xalan pêk tê:

“Di qada navnetewî ya Sûriyeyê de;

* Sûriye dewleteke ji gelek netew, çand, ol û baweriyan pêk tê. Mafên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Çerkes û Tirkmen, Elewî, Durzî, Êzidî û Xiristiyan jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra bingehîn de misoger dike û bi pîvanên di ser destûra bingehîn re misoger dike.

* Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî, mafên mirovan û pîvana welatîbûna wekhev tevbigere.

* Pergala Rêvebirinê (Hikumraniyê) li Sûriyeyê sîstemeke parlemanî ya bi du odeyan e, bingeha wê pirrengiya siyasî, veguhestina desthilatê bi awayekî aştiyane û cudakirina desthilatan e. Di çarçoveya sîstemeke nenavendî de xwe dispêre Meclisên herêman.

* Sûriyeyê nenavendî ye, desthilat û dewlemendî di navbera navend û derdoran de bi awayekî dadmend têne dabeşkirin.

* Navê dewletê, ala wê û sirûda wê ya niştimanî divê cihêrengiya neteweyî û çandî ya civaka Sûriyeyê nîşan bide.

* Dewletê li hemberî ol û baweriyan bêalî ye, mafê pêkanîna ayînên olî parastî be û ola Êzdî wek ola fermî li dewletê were naskirin.

* Xwe bispêser nasnameyeke niştimanî ya hevbeş ku taybetiyên pêkhateyên cuda li ber çavan bigire.

* Misogerkirina wekheviya jinan û mêran li Sûriyeyê û pêkanîna nûnertiya wan di hemû saziyan de.

* Parastina mafên zarokan li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Lêborîna Navdewletî, lênêrîn û alîkarîkirina wan li gorî xwezaya herêm û karîna wan. Divê pêdiviyên wan ên taybet ên li gorî xweza û temenê wan li ber çavan bêne girtin.

* Dabeşkirinên gerînedeyî (Îdarî) yên heyî ji nû ve li ber çavan were girtin, li gorî hijmara nifûsê (hijmara mirovan) û rûbera erdnîgarî.

* Şûnwar û bermahiyên dîrokê yên Sûriyeyê yên ku hatine talankirin û li hundir û derveyî welat hatine belavkirin, vegerînin cihên wan ên resen.

* Betalkirin û rawestandina encamên guhertina demografî li herêmên kurdî û hemû herêmên Sûriyeyê, koçberên bi darzê zorê yên Serêkaniyê/Ras El Eyin, Girê Spiî/Til Ebyed û Efrîn bi ewle vegerin malên xwe.

* Komeleke Damezrîner were avakirin di bin sîwana navdewletî de, ku nûnerên hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin, ji bo sazkirina rêgezên demokratîk û avakirina hikûmeteke ku nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û hemû desthilatên cîbicîkar di destê wê de hebin.

* Mafê hemû pêkhateyan yê derbirînê, perwerdeya bi zimanê dayikê û pêkanîna çandê heye.
Roja 8ê Adarê weke Roja Jinan e.

Di qada netewî ya Kurd de;

“* Herêmên Kurdan di bin sîwana Sûriyeyeke federal de weke yekîneyeke îdarî û siyasî ya yekbûyî bibe yek.

* Hebûna neteweyî ya gelê Kurd a li Sûriyeyê weke gelekî xwecihî bê naskirin. Mafê bikaranîna mafên siyasî, çandî û îdarî bi rengekî azad û wekhev di nav de hemû mafên neteweyî li gorî peymanên navneteweyî bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.

* Fedakariya şehîdên şoreşa Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), hêzên ewlekariyê, girtiyên li zindanan jiyana xwe ji dest dan û yên ku di berxwedana li dijî komkujiyên DAÎŞê de şehîd bûn bi rêzdarî bêne pêşwazîkirin, piştgirî ji malbatên wan re bê dayin û bi sererastkirinên qanûnî re mafên wan bêne misogerkirin.

* Ciwan di nava civakê de weke hêzeke bingehîn bê dîtin û li nava hemû saziyên dewletê bi rengekî wekhev bêne temsîlkirin.

* Kurdî li gel Erebî di destûra bingehîn de weke zimanê fermî bê naskirin, perwerde û hîndekariya Kurdî bê pêkanîn.

* Têkildarî zimanê Kurdî, mîrateya dîrokî û çanda wê navend û beşên pêwendîdar bêne avakirin, navendên medyayê yên weke qenalên televîzyonê û radyo yên bi weşana Kurdî bêne avakirin, pirtûk, kovar bêne weşandin, navendên kar û lêkolînê bêne vekirin.

* Kurd tevlî saziyên qanûndanîn, dadgerî, rêveberî û ewlekariyê yên dewletê bêne kirin.

* 21’ê Adarê weke Newroz li welêt weke betlaneya fermî bê qebûlkirin û 12’ê Adarê jî weke Roja Bîranînê ya Serhildana Qamişloyê bê qebûlkirin.

* Projeya Kembera Ereb a li dijî Kurdan û operasyonên Erebkirinê yên li herêmên Kurdan jî di nav de hemû polîtîka, tedbîr û qanûnên îstîsnayî bêne betalkirin, tazmînat ji mexdûrên van polîtîkayên cihêkar re bê dayin. Divê li rewşa beriya van polîtîkayê bê vegerandin, peymanên eşkere û veşartî yên bandorê li serweriya Sûriyeyê û hebûna Kurdan dikin bêne betalkirin.

* Ji bo welatiyên Kurd ên sala 1962’an di jimartina nifûsê ya îstîsnaî de ji welatîbûnê hatin derxistin û navê wan nehate qeydkirin, welatîbûna Sûriyeyê li wan bê vegerandin.

* Ji ber xemsariya bi zanebûn a têkildarî pêşvebirina herêmên Kurd, rêjeyek ji hatineya dewlemendiyan ji bo pêşvebirin û jinûve avakirina herêmên Kurdan bê veqetandin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

Endamên Koma Amed formayên Amedsporê îmze kirin

23 COTMEH 2025
Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol berdewam dike

23 COTMEH 2025
Memo Gul: Em ê bi kelecana salan Amedê bihejîninSuleyman Çarnewa: Ez hatime deynê xwe bidim

Memo Gul: Em ê bi kelecana salan Amedê bihejînin
Suleyman Çarnewa: Ez hatime deynê xwe bidim

23 COTMEH 2025
Rojnameger Akdenîz hate berdan

Rojnameger Akdenîz hate berdan

23 COTMEH 2025
Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

Pêşengeha pirtûkan berdewam dike: Xwendekaran eleqeyeke zêde nîşandan

23 COTMEH 2025
Dadgehê danişîna Neslîhan Şedalê taloqî 4ê Kanûnê kir

Dadgehê danişîna Neslîhan Şedalê taloqî 4ê Kanûnê kir

23 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (394)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne