Amed – Firoşkarê Ava Sûsê Mehmet Emîr ku 41 sal in vî karî dike, bal kişand ser zehmetiyên pîşeya xwe û bandora krîza aboriyê ya li ser firotinê. Mehmet Emîr diyar kir ku ew ji sala 1985an ve vî karî dike û qala qonaxên çêkirina ava sûsê kir.
Dara sûsê li cihên avî çêdibe û ji koka wê jî ava sûsê tê çêkirin. Di mehên germ de li Amedê welatî ava sûsê ji bo hênikbûnê vedixwin. Ava sûsê di heman demê de ji bo tenduristiya mirovan jî weke derman e. Ava sûsê ku bi zor û zehmetiyan ji herêmên çiyayî tê komkirin û pişt re tê çêkirin, niha li kolanên navçeya Sûrê û gelek deverên Amedê tê firotin. Lê krîza aboriyê ku her diçe kûr dibe, bandor li firotina ava sûsê jî kir. Ji ber krîza aboriyê eleqeya welatiyan a ji bo ava sûsê jî kêm bûye. Mehmet Emîr ê ku 41 sal in ava sûsê difiroşe ji ajansa me re axivî û bal kişand ser zehmetiyên pîşeya xwe û bandora krîza aboriyê.
Mehmet Emîr da zanîn ku ji bo çêkirina ava sûsê kedeke mezin tê dayîn û wiha qala hûrgiliyên çêkirina Ava Susê kir: “Ev 41 sal in ez vî karî dikim. Em diçin koka dara sûsê tînin dişon û piştre bi çakûçan dikutin. Gava me kuta, dîsa em dişon. Paşê em têdixin teştê û avê berdidin ser, gava wekî çayê dem girt, pişt re em avê lê zêde dikin, diparzînin û tînin sûkê difiroşin.”
‘Niha em nikarin sed qedehan jî bifiroşin’

Mehmet Emîr anî ziman ku li gorî salên borî firotina ava sûsê pir kêm bûye û krîza aboriyê hêza kirînê ya gel kêm kiriye.
Mehmet Emîr qala karê ku demên berê dikir jî ev tişt anîn ziman: “Berê me rojê 600-700 qedeh difirotin lê mixabin niha firotin pir kêm bûye. Niha em xwe bikujin jî heta êvarî yan 100 qedeh yan jî 150 qedehan difiroşin. Sedema vê ew e, bi gel re pere tune ye.”
Ji bo gelek nexweşiyan derman e
Di dawiyê de Mehmet Emîr bal kişand ser feydeyên Ava Sûsê ya ji bo tenduristiya mirovan û wiha got: “Ev vexwarin ji bo mîde, gurçik û ser êşê mîna derman e. Heke mirov serê sibê bi zikê birçî vexwe, ji bo tenduristiyê pir baş e.”












