Çavkaniyên bijîşkî diyar kirin ku li Xezayê 57 zarok ji birçîna mirin.
Çavkaniyên bijîşkî yên li Xezayê ragihandin ku ji dema destpêkirina şer di nîvê Adarê de jimara zarokên ji ber kêmxwarinê miririne bûye 57. Çavkaniyan diyar kirin ku zarokên Xezayê “bêmal bûne û li kampên koçberiyê di şert û mercên dijwar de dijîn.” Her wih daxwaza lezgîn ji gelên azadîxwaz ên cîhanê kirin ku “rozgarkirina zarokên Xezayê ne vebijêrk e, lê erkek mirovahî ye.”
Di destpêka meha Adarê de, Îsraîlê ketina hemû cureyên alîkariyê bo Xezayê rawestand, çend roj beriya ku şer ji nû ve destpê bike, vê jî hişt ku rewşa jiyan li wir zehmet bibe. Hate gotin ku ev xirabtirîn krîza mirovahî ye ji dema ku şer di Cotmeha 2023an de dest pê kir.