Amed – Berpirsyarên weşanxaneyên ku tev li 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bûn, diyar kirin ku bi eleqeya gel a ji bo rojên pirtûkan kêfxweş bûn e û xwestin ku ev aktîvîteyên wiha li navçeyên Amedê yên din jî bên kirin.
Di mehên biharê de li Kurdistanê şahî û rêzeçalakiyên ji bo ziman û çanda Kurdî zêdetir dibin. 1emîn Rojên Pirtûkan a Şaredariya Erxeniyê bi hevkariya Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD) û Şaxa Egîtîm Sen a Hejmara 3yemîn a Amedê di navbera 2 û 5ê Gulanê de li Park Orman a navçeya Erxeniyê ya Amedê hate lidarxistin. Çalakî duh bi dawî bû. Di pêşengeha ku gelek weşanxane û nivîskar tev li bûn de gelek panel, gotûbêj, konser û aktîvîteyên cuda hatin lidarxistin û eleqeya gel zêde bû. Berpirsyar û xwediyên weşanxaneyan têkildarî van rojên pirtûkan axivîn.
‘Eleqeyeke zêde hebû’
Xwediyê Weşanên J&J û rêveberê YEWKURDê Azad Zal diyar kir ku bi pêşengeha pirtûkan gelek kêfxweş bûn e û wiha got: “Cara yekemîn e ku li Erxeniyê tê lidarxistin, eleqeyeke gelek baş hebû. Em ji şaredariyê re spas dikin ji ber organîzasyoneke baş çêkirine. Bi taybetî zarok û xwendekar gelek zêde hatin. Tişta ku me kêfxweş dike eleqeyeke zêde hebû. Tişta ku em pê xemgîn dibin ev eleqe zêdetir ji bo Tirkî ye. Ji bo Kurdî jî heye lê kêmtir e. Lidarxistina pêşengeheke wiha ya li navçeya Erxeniyê ji gelek cihên din çêtir e.”
Azad Zal da zanîn ku dema pêşengehên wiha li bakurê Kurdistanê tên lidarxistin û ew di nav de hebin organîzasyonek baş çêdibe û wiha domand: “Em bala xwe bidin zarokan û li gorî wan pirtûkan amade bikin. Divê ji aliyê psîkolojiya pêdagojîk ve jî pirtûkên baş çap bikin. Em ji dayik û bavên zarokan re jî dibêjin çalakiyên wiha li ku derê çêbin bila berê xwe bidin wir. Zarokên ku pirtûkan dixwînin hişê wan vedibe. Zarokên ku Kurdî dizanin bêtir bala wan li ser pirtûkên Kurdî bûn.”
‘Ji bo têkiliyê aktîvîteyên wiha baş dibînim’
Berpirsyarê Weşanên Wateyê Denîz Gunduz jî diyar kir ku eleqeya ji bo zaravayê Kirmanckî kêm bû û wiha got: “Mixabin dema ku zarokên me tên li pirtûkên me dinêrin, nizanin ku ev pirtûk bi Kurdî ne dibêjin qey Îngilîzî ne. Normal e ji ber ku pirtûkên Kurdî di jiyana wan de nîn e. Heke em bêjin pir baş e em ê xwe bixapînin. Vê yekê tenê ji bo Kirmanckî nabêjim ji bo Kurmancî jî dibêjim. Pirtûkên zarokan balê dikişînin. Hatine nav gelê xwe tiştekî baş e, qet nebe pirtûkên Kurdî dibînin. Demekî dirêj e qeyûm hebûn, derfet tune ne ku weşanxane werin cem hev. Hem ji bo danîna têkiliyan û eleqeyê ez vê aktîvîteyê baş dibînim.”
‘Eleqeya ji bo Kirmanckî sal bi sal kêm dibe’
Denîz Gunduz destnîşan kir ku eleqe ji bo weşangeriya Kirmanckî gelek kêm e û axaftina xwe wiha domand: “Eleqe sal bi sal kêmtir dibe. Ji ber ku zarok Zazakî hîn nabin, ber bi xerabiyê ve diçe. Xebatek, tedbîrek tune ye. Tenê bi weşanxaneyekê nabe. Gotinek heye ‘Bi yek gulê bihar nayê’. Em jî tenê pirtûkan çap dikin. Lê dibînin ku sal bi sal ber bi xerabiyê ve diçe. Ez tenê ji bo Kirmanckî nabêjim statuya Kurdî di nava gelê me de kêm e. Statu û prestîj tune ye. Berî her tiştî divê em Kurd xwedî li ziman derkevin. Kesekî li derve nikare xwedî derkeve. Kesên pêşeng û xwenda zimanê xwe naaxivin. Mînak wekîlên me, şaredarên me naaxivin. Ji ber ku ew civakê temsîl dikin divê beriya her kesî ew biaxivin. Heke ew neaxivin gel jî dê beje ji xwe ev ziman ji tiştekê re nabe û naaxivin. Di zazakî de gotineke xweş heye, dibêje ‘Av di çavkaniya xwe de şolî dibe’. Meseleya me ev e.”
‘Divê ji bo xwendina pirtûkên Kurdî xebat bên kirin’
Xwediyê Weşanên Payîzê û rêveberê YEWKURDê Jêhat Rojhilat jî diyar kir ku ji bo rojên pirtûkan xebateke baş hatibû kirin û wiha got: “Bajarê Erxeniyê bajarekî xwende ye. Ji ber wê malbat bi zarokên xwe re herikîn qada fuarê. Lê me eleqeyeke zêde ji bo kurdî nedît. Em fêm dikin ku navçeya me ya Erxeniyê li gorî navçeyên din bêtir hatiye bişaftin. Ji ber vê yekê divê ji bo xwendina pirtûkên kurdî xebat bên kirin.”
Jêhat Rojhilat destnîşan kir ku weşangeriya Kurdî di nav zor û zehmetiyan de ye û got: “Bi taybetî van 10 salên dawî di nava gelek xetereyê de ye. Pirtûkên weşangerên Kurdan tên qedexekirin. Bişaftin li hêlekê qedexe li hêlekê. Lê em di wê bîr û baweriyê de ne ku em bîrekê ji gel re çêdikin em bi wê hişmendiyê tevdigerin.” Jêhat Rojhilat ji bo eleqe û xwedîderketina wan spasî li hevşaredarên Erxeniyê û Egîtîm Senê kir.
‘Krîza aborî û siyasî bandorê dike’
Berpirsyara Weşanên Avestayê Songul Keskîn jî anî ziman ku bi eleqeya gel kêfxweş bûn e û wiha got: “Em hinek ji xwe dûr ketine. Ev aktîvîteyên wiha me nêzî hev dike. Bi aktîvîteyên wiha navê Kurdî û Kurdistanê normal dibe. Hêj jî ew qedexe di bin hişê Kurdan bi xwe de heye. Wexta dibînin hin kes bi van re eleqedar in ji bo wan baş dibe.” Songul Keskîn bi lêv kir ku ji krîza aborî bêtir krîza siyasî bandorê li wan dike û wiha domand: “Niha li Tirkiyeyê her du jî hene mixabin. Ji ber vê yekê ji bo weşanxaneyên Kurd tiştekî erênî nîn e.”
‘Pirtûkên Kurdî hevalên mirov in’
Berpirsyarê Weşanên Nûbiharê Huseyîn Zana jî xwest ku çalakiyên bi vî rengî li hemû navçeyên Amedê bên lidarxistin û wiha got: “Ji nifşê nû re Kurdî xerîb tê, nifşên din dîsa an Kurdî xwendina an jî haya wan jê heye. Lê ji bo nifşê nû tişteke nû çêdibe, ev jî ji bo me baş e, em wan bi Kurdî re rûbirû dihêlin. Ev jî tesîreke pozîtîf li wan dike. Dema giştî lê dinêrin eleqe zêde ye lê xwendekarên kurdî yên li vir weke navçeyên din nîne.” Huseyîn Zana diyar kir ku aktîvîteyên wiha bandoreke erênî li wan û xwendevanan dike û got: “Armanca fûaran ne tenê ew e ku mirov pirtûkan bifiroşe. Li vê derê têkiliyan çêdikin. Mirovên cara ewil haya wan ji Kurdî çêdibe hene. Dema yek pirtûkeke Kurdî dikire bi wê re hevaltiya wî/wê çêdibe.”