• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Civîna 5emîn a Komîsyona Meclîse dest pê kir

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitand hat girtin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê wê di seat 12an de li meclisê bin

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    Li goristanên Şirnexê bi sedan gorên bênav hene

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2025an

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

    Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê guhdar bike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

PEyê rapora têkildarî Tirkiyeyê qebûl kir

8 GULAN 2025 - 00:03
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Parlamentoya Ewropayê rapora têkildarî Tirkiyeyê qebûl kir û bang li Tirkiyeyê kir ku reformên demokratîk pêk bîne, standartên mafên mirovan bilind bike û li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere.

Parlamentoya Ewropayê (PE) rapora nirxandinê ya Komîsyona Ewropayê ya der barê raporên Tirkiyeyê yên 2023 û 2024an di rûniştina xwe ya Lijneya Giştî de qebûl kir. Rapor bi 367 dengên erê, 74 dengên na û 188 dengên bêalî hat qebûlkirin. Rapor ji bo pêhisandina nêzîkatiya siyasî ya PEyê li hemberî Tirkiyeyê girîng e.

Di raporê de bi awayekî zelal rewşa xitimandina pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) danî holê, di heman demê de bi tundî rexne li dûrketina ji rêgezên serweriya hiqûqê, sînordarkirina azadiya ramanê, lawazkirina serxwebûna dadweriyê û zextên li ser civaka sivîl hate kirin. PEyê banga pêkanîna reformên demokratîk, bilindkirina standardên mafên mirovan û li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere, li Tirkiyeyê kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di şertên heyî de endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê ne rast e û pêşniyara li ser bingeha “hevkariyeke stratejîk” jinûve sazkirina têkiliyên YE-Tirkiyeyê hate kirin.

Tirkiye li şûna çareseriyê polîtîkayên ewlehiyê dimeşîne

Yek ji aliyên herî balkêş ên raporê nirxandinên li ser pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hember pêvajoya aştiyê bû. PEyê bal kişand ser banga Rêber Apo ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk û ji ber ku Tirkiye ev banga dîrokî û derfetên çareseriyê paşguh kiriye rexne li siyaseta ewlehiyê ya Tirkiyeyê kir. Di raporê de hat gotin ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê pêkanînên zordestiyê li ser civakî kûrtir kiriye û qada demokratîk teng kiriye.

Operasyonên dersînor bêaramiyê zêde dike

Di raporê de bi berfirehî qala êrîş û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate kirin. Hate destnîşankirin ku operasyonên Tirkiyeyê yên dersînor bêaramiya herêmê zêde dikin û ji hêla hiqûqa navneteweyî ve bi pirsgirêk e. Di raporê de hate gotin ku hedefgirtina ezmûnên rêveberiya xweseriya demokratîk li Rojava zirarê dide aştiya herêmî.

Tirkiye îradeya hilbijêran desteser dike

Zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), girtina parlamenteran û tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyan jî di nav de mijarên girîng ên rojeva raporê bûn. Hate diyarkirin ku van destwerdanan demokrasiya xwecihî qels kiriye, îradeya nûnerên hilbijartî desteser kiriye û pirrengî ji holê rakiriye.

Di raporê de zextên li ser rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û mekanîzmayên kontrolê yên li ser medyayê bi tundî hatin rexnekirin. PEyê dubare kir ku divê maf û azadiyên bingehîn li Tirkiyeyê li gorî normên gerdûnî werin nûkirin

Li ser bingeha van hemû nirxandinan, Parlamentoya Ewropayê pêşniyar kir ku divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji nû ve bên pênasekirin û li ser bingeha rêgezan avakirina hevkariyeke stratejîk xist rojeva xwe.

Etîket: PEraporTirkiye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

Tirkiye li Sûriyeyê dagirkeriyê li pêş dixe!

19 TEBAX 2025
Ji ÎHDa Amedê rapora 6 mehan: Hezar û 820 binpêkirin qewimîne

Ji ÎHDa Amedê rapora 6 mehan: Hezar û 820 binpêkirin qewimîne

11 TEBAX 2025
Rojnameger Altan: Tirkiye û HTŞ dixwazin li Rojava aloziyan derbixînin

Rojnameger Altan: Tirkiye û HTŞ dixwazin li Rojava aloziyan derbixînin

31 TÎRMEH 2025
AVKAMEDê projeyeke bi mînak çêkir: Tesîsa Parzûnkirina Avê ya Pakêt

AVKAMEDê projeyeke bi mînak çêkir: Tesîsa Parzûnkirina Avê ya Pakêt

30 TÎRMEH 2025
ÎHDa Wanê: Pêdivî bi peymaneke nû ya civakî heye

ÎHDa Wanê: Pêdivî bi peymaneke nû ya civakî heye

17 TÎRMEH 2025
DMMEyê di doza Demîrtaş de dîsa Tirkiyeyê mehkûm kir

DMMEyê di doza Demîrtaş de dîsa Tirkiyeyê mehkûm kir

8 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (298)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • Derbarê Me De
  • Hemû Nûçe
  • Home 1

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne