• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Banga ji bo Kurdî: Kurdî hîn bibe siberojê ronî bike

    Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    Hevalê Çaran ê zindanê: Hewcehiya me bi ruhê Zindana Amedê heye

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ‘Em ji bo Kurdî statuyê dixwazin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rapora girtîgehên 4 bajaran: Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn

Amed / AW

23 GULAN 2025 - 12:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
OHD, ÎHD, TUAY-DER û Baroya Amedê rapora sê mehî ya binpêkirina mafên girtiyan eşkere kir û di raporê de hat xwestin ku demildest dawî li pêkanînên kêfî were anîn û mafê hêviyê were bicihanîn.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, Komelaya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û Baroya Amedê ji bo binpêkirina mafê girtiyan li avahiya OHDê ya Amedê rapora mehên Çile, Sibat û Adarê bi civînek çapemeniyê eşkere kirin. Endam û rêveberên saziyan û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHDa Amedê Ahmet Guler raporê xwend.

Rapora girtîgehên Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê

Ahmet Guler diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê, mafê girtiyan tê binpêkirin û wiha axivî: “Ji bo di hêla binpêkirinên mafan de ku qewimî ne, li cih bên tespîtkirin, me wek van saziyan li girtîgehên Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê serdanan pêk anî û derbarê binpêkirinên ku li girtîgehan qewimîne de rapor amade kir. Bi vê raporê hatiye armancakirin ku em dîtin û pêşniyarên xwe yên di derbarê pirsgirêkan de bi raya giştî re eşkere bikin.”

‘Pêwîst e mafê hêviyê were bicihanîn’

Ahmet Guler destnîşan kir ku pêşiya her tiştî divê binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên li Tirkiyeyê bên bidawîkirin, şert û mercên giran ên înfazê bên sererastkirin û wiha axivî: “Sepanên tecrîdê yên demdirêj ku li ser birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin demeke dirêj e berdewam dike werin bidawîkirin û biryarên binpêkirinê yên DMMEyê li ber çavan werin girtin û mafê hêviyê were bicihanîn. Divê gavek beriya gavekê feraseta tecrîdê bi dawî bibe.”

‘Rêveberiyên girtîgehan bi kêfî nêzî girtiyan dibin’

Ahmet Guler da zanîn ku gelek girtiyên ku cezayên wan qediyane û divê bên berdan, bi biryarên kêfî yên rêveberiyên girtîgehê an jî yên Lijneya Çavdêriya Îdarî nayên berdan û ji azadiya xwe bêpar tên hiştin. Ahmet Guler xwest ku Lijneya Çavdêriya Îdarî demildest dawî li kiryarên xwe yên kêfî bîne.

‘Divê derbarê kiryarên derhiqûqî de lêpirsîn bê destpêkirin’

Ahmet Guler bi bîr xist ku divê pirsgirêkên ku girtî di warê ragihandinê û serlêdanên nivîskî de dijîn bên çareserkirin û got ku ew daxwaz dikin ku derbarê peywîrdarên ku kiryarên derhiqûqî dikin lêpirsînên bi bandor bên destpêkirin.

 

 

Etîket: Baroya AmedêgirtîgehÎHDMafê HêviyêOHDRapora binpêkirinên mafan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

OHD û Baroya Amedê: Divê Kurdî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bê nasîn

OHD û Baroya Amedê: Divê Kurdî ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bê nasîn

15 GULAN 2026

‘Lijneyên çavdêriyê weke dadgehê tên bikaranîn’

7 GULAN 2026
Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

7 GULAN 2026
‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

‘Divê mirina girtî Poyraz Esenê bê zelalkirin’

30 NÎSAN 2026
DOSYE – Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve – 1  Di ser komploya 15ê Sibatê re 27 sal derbas bûn

Ji 15 sendîkayên Ewropî banga ji bo Abdullah Ocalan: Mafê hêviyê nas bikin

27 NÎSAN 2026
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Cevzet Derse demildest berdin

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Şehîdên meha Gulanê em ji tunebûnê anîn hebûnê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (442)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne