• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Endamekî Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê birîndar bû

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Li Efrînê desteserkirina erd û milkên Kurdan didome

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2025an

    ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Navenda Nûçeyan / AW

1 TÎRMEH 2026 - 12:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xelatgira Nobelê Jody Williams nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand, piştgirî da rola wî ya di pêvajoya aştiyê de û got: “Ewqas salan we li ber xwe dan û biryardariya xwe bi dewamî nîşan dan. Ev berxwedêrî nîşaneya rûmet û baweriyeke xurt e.”

Jody Williams ku yek ji piştevanên demdirêj ên kampanya navneteweyî ya “Azadî ji Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re” ye, nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şand.

 Di nameyê de ragihand ku ragirtina bi demdirêjî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê pirsgirêkên cidî yên mafên mirovan û hiqûqî bi xwe re aniye. Jody Williams destnîşan kir ku salên Abdullah Ocalan li girtîgehê derbas kir nabe ku tenê weke dema girtîmayinê bê nirxandin û got, ev rewş di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovan û edaletê ve li ser mafên ku divê her kes xwediyê wan be pirsên hîn girantir bi xwe re aniye.

 Jody William diyar kir ku cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî dike û anî ziman ku Rêber Apo di nava van hemû salan de berxwedêrî û biryardariya xwe parastiye. Jody Williams bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî ‘mafê hêviyê’ be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be.

 Jody Williams destnîşan kir ku divê edalet wesfa xwe ya mirovî biparêze û got, divê îhtimala mirov rojekê jinûve li civakê vegere ji holê neyê rakirin. Jody Williams ragihand ku tecrûbe, perspektîf û lîderiya Rêber Apo ji aliyê pêşvebirina guherîna civakî ve xwedî roleke girîng e û got, di dma şer û parçebûnê de diyalog nebe nabe.

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê bang kir ku mercên pêwîst ji bo Abdullah Ocalan bêne afirandin ku karibe tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bike ku armanc jê avakirina civakên demokratîk e.

Jody Williams got, hêza sîstema edaletê ne tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi dilsoziya bi rêgezên edalet, mirovî û hevsengiyê tê pîvandin û destnîşan kir ku fikrên Abdullah ocalan yên li ser demokrasî, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriyên aştiyane ji bo gelek mirovan bû hêvî.

 Metna nameyê bi vî rengî ye:

“Birêz Ocalan,

 Ez bi hestên xwe yên piştevaniyê û bi têgihiştina ku rewşa hûn niha tê de ne fikarên hiqûqî û mafên mirovan ên cidî bi xwe re tîne, ji we re dinirxînim. Salên dûr û dirêj ên ku we li girtîgehê derbas kirin, ne tenê ji aliyê dema ragirtinê ve, her wiha di çarçoveya hiqûqa navneteweyî, rûmeta mirovî û edaletê ve, di mijara mafên mirovan a ku her kes divê xwediyê wê be pirsên kûr bi xwe re tîne.

Cezayê girtîgehê yê demdirêj bandoreke giran li her kesî dike. Lê belê ewqas salan we li ber xwe dan û biryardariya xwe bi dewamî nîşan dan. Ev berxwedêrî nîşaneya rûmet û baweriyeke xurt e.

Doza we divê di çarçoveya rêgezên mafên mirovan ên bingehîn ve bê nirxandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi rengekî eşkere diyar kiriye ku mafê her kesî heye, ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê û demdirêj lê hatiye birîn xwedî ‘mafê hêviyê’ be, yanî xwedî şensê berdanê û jinûve nirxandina ceza ya bi rengekî bi wate be. Edalet divê mirovî bimîne û girtîgeh deriyê xwe ti carî li vegera rojekê ya li civakê bi temamî negire.

Her wiha bawer dikim ku tecrûbeya we, nêrîna we û lîderiya we -hem ji bo niha hem jî paşerojê- di pêşvebirina guherîna civakî ya bi wate de xwedî roleke girîng e. Di şer û parçebûnê de diyalog her tim şert e. Divê ew şert û merc bêne afirandin ku hûn karibin tevkariyeke çêker li hewldanên aştiyê yên heyî û paşerojê bikin ku armanc avakirina civakên demokratîk e.

Hêvîdar im ev rêgez wê di doza we de cidî bê dîtin. Sîstema edaletê hêza xwe tenê bi rêya cezakirinê, di heman demê de bi demê re bi edalet, mirovî û hevsengiyê ispat dike. Fikrên we yên li ser demokrasiyê, jiyana bi hev re, azadiya jinê û çareseriya aştiyane hêvî da û gelek mirov bêhtir teşwîq kir ku beşdarî nava jiyana cemaweriyê bibe. Rewşa we li derveyî dîwarên girtîgehê deng vedide û girîngiya serweriya hiqûqê û mafên mirovan bi bîra mirovan dixe.

Par nêzî 90 zanyarên ku Xelata Nobelê wergirtine, ji bo piştgiriyê bide hewldanên we yên ji bo aştiyê û daxwaza bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ji bo rewşa we bike, name ji saziyên Ewropayê re nivîsandin. Hêvîdar im paşeroja we, wê bi edalet, rûmet û firsendên nûbûyî ava bibe.

Li gel hurmeta xwe,

Jody Williams

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê”

Etîket: Abdullah OcalanJody WîllîamsnameXelatgira Nobelê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Havva Can: Em ê heta dawiyê bi ser bûyera rehabîlîtasyona Êlihê ve biçin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1emîn Hevdîtinên Peyasê li taxa Hûzûrevlerî domiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (10)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne