Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ya Siwêdayê daxuyand ku di encama gulebaranê de li eniya rojavayî bajêr de endamekî wan birîndar bû.
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ragihand ku di encamê gulebaran hêzên girêdayî hikûmeta demkî li eniya rojavayî bajarê Siwêdayê de endamekî wan birîndar bû.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Îro danê sibehê, saet 08:15an hêzên hikûmeta Şamê li eniya rojavayê bajêr bi awayeke raste ast yek ji endamê me yê nobetdar hedef girt. Bi vê gulebaranê agirbest bi şêwazeke diyar hat binpêkirin.”
Hat diyarkirin ku di encama gulebaranê de, endamê wan di serê xwe de bîrandar bû. Ew endam rêkirin nexweşxaneya leşkerî û rewşa wî ya tenduristî tê şopandin.













