• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
    Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

    Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
    Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Omer Ocalan: Mafê hêviyê dê pêşî li gelek tiştan vebike

Bîlal Guldem - Lezgîn Akdenîz / AW

3 HEZÎRAN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Amed – Parlamenter Omer Ocalan diyar kir ku dema mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan were bicihanîn dê pêşî li gelek tiştan bê vekirin û divê bi lezgînî mafê hêviyê were bicihanîn. Omer Ocalan got ku tu bingeha agahiyên spekulatîf ên li ser Ocalan jî nîn e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seraktor û birêvebirê sereke yê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” e. “Mafê hêviyê” ji bo Abdullah Ocalan di rojevê de ye û gelek nîqaş li serê tên kirin û tê xwestin ev maf were bicihanîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan e, di 23yê Cotmeha 2024an û di 31ê Adarê de bi wesîleya Cejna Remezanê çûbû Girava Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtinê pêk anîbû.

Me hin pirs û mijarên di raya giştî de têkildarî rewşa Ocalan tên nîqaşkirin ji parlamenter Omer Ocalan pirsî. Omer Ocalan diyar kir ku heke dewlet di mijara “mafê hêviyê” de gavan biavêje û bicih bîne dê milet ji pêvajoyê bawer bike û got ku mafê hêviyê mafekî bingehîn e. Her wiha Omer Ocalan bersiv da agahiyên spukalatîf yên li ser Abdullah Ocalan jî.

’11 sal in mafê hêviyê neketiye dewrê’

Omer Ocalan diyar kir ku mafê hêviyê ji bo girtiyên Kurd û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîng e û got: “Gelek sal in nîqaş li ser mafê hêviyê hebûn. Piştî Serokê MHPê Devlet Bahçelî behsa mafê hêviyê kir, êdî li her derê tê nîqaşkirin. Ev meseleya Kurdan e. Meseleya Kurdan meselek hiqûqî, siyasî û civakî ye. Mafê hêviyê dema bê qebûlkirin dê pêşî li gelek tiştan bê vekirin. Rêzdar Ocalan û gelek girtî ji ber neqebûlkirina mafê hêviyê bi mexdûriyetê re rû bi rû man e. Mirovek heta dawiya jiyana xwe divê di girtîgehê de nemîne. Ji sala 2014an heta niha biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) heta niha neketiye dewrê. Konseya Ewropa jî ev 11 sal in bi awayek xweşik vê biryara xwe naşopîne. Di vê pêvajoyê de divê beriya her tiştî mafê hêviyê were nîqaşkirin. Mirovek di zindanê de be divê hêvî bike ku dikaribe rojekî ji zindanê derkeve. Ev mafekî bingehîn e. Lê mixabin li Tirkiyeyê heya niha ev maf nehatiye bicihanîn.”

‘Divê hiqûq û siyaset bi rola xwe rabin’

Omer Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan niha ji bo pêvajoyê gavên mezin avêtiye û axaftina xwe domand: “Li tu devera cîhanê pêvajoyek bi vî rengî çênebûye. Tişta herî dawî aniye herî serî. Divê li ber vê gavavêtina mezin a birêz Ocalan, pêwîst e rayedarên desthilatdariyê û dewletê gavan biavêjin. Ev tişa ku Dadgeha Ewropa ji Tirkiyeyê dixwaze pê tengavî çênabe. Heke Tirkiye di vî warî de gavan biavêje wê milet vê pêvajoyê hem bêtir hembêz bike û ji pêvajoyê bawer bike. Dewlet giran tevdigere, gavan diavêje. Tiştên ku dewlet dike helbet em nikarin tune bihesibînin lê belê ev yek têrê nake. Lazim e dewlet hinek bi lezgînî gavan biavêje. Yanî li gorî lezgîniyê gavan biavêje.
Dîsa dubare dikim, meseleya Kurdan meseleyek hiqûqî û siyasî ye. Divê hiqûq bir ola xwe rabe û siyaset jî bi rola xwe rabe da ku civak jî bi rola xwe rabe. Mafê hêviyê bi birêz Ocalan re bi sedan girtiyên din jî eleqedar dike. Heke ev maf ji bo birêz Ocalan pêk were dê bandorê li ser gelek girtiyan bike.”

‘Tu bingeha van spekulasyonan tune ye’

Omer Ocalan bersiv da agahiyên spekulatîf û îdiayên li ser Abdullah Ocalan û ev yek anîn ziman: “Em spekulasyonên tên kirin, qet bingeha wan tune ye. Em girîngiyê nadinê. Ev spekülasyon sûnî ne, tu maneya wan tune ye. Em van spekulasyonan tune dihesibînin. Kurdbûn, ziman, nasname û hebûna vî miletî kî temsîl dike? Rêber Ocalan û partiya xwe temsîl dikin. Yên ku li Çiyayê Agiriyê nivîsandibûn û gotibûn; ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye, medfun e’. Lê îro vaye radibin bi destê birêz Ocalan digirin. Helbet birêz Ocalan ev destê aştiyê li hewa nehiştiye. Heya ana doza aştiyê dimeşîne. Ji sala 1993yan heya ana doza aştiyek mayînde dike. Lê belê li ser medya civakî, li ser hinek malperên înternetê gelek demogojî tên kirin. Bi hezaran zarokên vî gelê bedelên giran dan, bi hezaran gund hatin valakirin, gelek êş qewimîn. Lê êdî derman lazim e. Derman çareserî ye. Çareserî bi dawîkirina herikandina xwînê ye. Kes nikare bêje ev tevger, Kurdan li cîhanê dan jibîrkirin. Bi saya vê tevgerê Kurd li cîhanê hatin nasîn. Kobanê mînaka herî şênber e û li ber çavan e. Ev hereketek enternasyonal e. Xwe bi demokrasiyê bi rê ve dibe. Gelek kes gotinan dikin û dixwazin her tişt xera bibe.

Ev kesên spekulasyonê dikin; heta niha digotin PKK çima şerê çekdarî dimeşîne. Heman alî ango kes niha jî dibêjin PKK çima çekan datîne. Tevgera Kurdan çi bike, wê ev kes li dijî wê bin. Li dijî tevgera Kurdan sondxwarî ne. Ev tevger hezkiriyê azadiyê û doza milet e. Canê xwe di ber hebûn û zimana miletê xwe de dan.”

‘Hin rojnamevan pêvajoyê dikin hedef’

Omer Ocalan bal kişand ser zimanê medyayê û wiha got: “Di çapemeniya Kemalîzmê de pir vekirî dibêjin, ev pêvajo dikin hedef. Dibêjin aştî nabe. Ev nêzîkatiya Kemalîzmê xwe biguherîne. Heke xweneguherîne wê têk biçe. Kevneşopiya xwe ya berê dişopînin. Di bîrdoziya xwe ya kevneperest de didomînin. Yên ku jenosîdan bi ser Kurdan re pêk anîn ev zîhniyet e.”

‘Bi her awayî xurt e’

Omer Ocalan bal kişand ser tenduristiya Abdullah Ocalan jî û wiha got: “Rêber Ocalan li zindanê bi fikr û ramanê xwe li ser pêya ye û pirr xurt e. Ew wêneyê hatiye belavkirin, wêneyek nexweş xuya dike. Dema meriv rêzdar Ocalan bi zindî dibîne hin bêtir xurt e, li ser pêya ye û hin bêtir bi qilafet e. Bi her awayî xurt e. Ev wêne hinekî nexweş derketiye. Dema di cejnê de em çûn hevdîtinê, min rewşa avhewaya li giravê pirs kir. Rayedar got ku ev der cihekî gelek biritûbet e, di salekî de hesin li vir zengarê digire. Birêz Ocalan têkoşîna xwe didomîne û pergalek wî ya xurt heye. Pergalek pirr xurt ji bo Rojhilata Navîn difire û li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dixebite.

‘Tiştek ji bîra birêz Ocalan naçe’

Omer Ocalan da zanîn ku Abdullah Ocalan zimanê Kurdî jî xweş diaxive û wiha axivî: “Di hevdîtinan de axaftin bêtir bi Tirkî bû. Lê di nava axaftina xwe de gelek caran hevokên bi Kurdî jî saz dikir. Rêber Ocalan bi Kurdî dizane. Di nirxandinên xwe de bi Kurdî jî digot. Bîra wî pirr xurt e. Ji me re behsa şehîdên ewil kir, behsa xebata xwe ya li Xursê kir, behsa Nisêbînê, Licê kir. Behsa hin navên ku 20-30 sal berê şehîd bûn e, dikir. Hişê birêz Ocalan pirr xurt e. Gelek tişt di bîra wî de man e. Rêber Ocalan tiştekî ji bîra nake. Tiştên erênî jî tiştên neyînî jî ji bîra nake.”

Ji bo hevdîtina cejnê serlêdan kirin e

Omer Ocalan herî dawî jî da zanîn ku wan ji bo Cejna Qurbanê serlêdana hevdîtinê kiriye û got: “Heta niha bersiva me nehatiye dayîn. Em hêvîdar in ku wê êdî tenê ne di cejnan de her tim pêşiya hevdîtinan vebe û dawî li tecrîdê bê anîn. Heke destûr bê dayîn em ê biçin serdana birêz Ocalan.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

27 HEZÎRAN 2026
Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

27 HEZÎRAN 2026
Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

Li Esenlerê bangawaziya Mitînga Azadiyê

27 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewletKeskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

Sebahat Tuncel: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet
Keskîn Bayindir: Em ê dawiya dawî bigihêjin statu û mafê xwe

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir: Divê her kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê rojnameger Bayram Balci hate veşartin: Em ê xwedî li têkoşîna te derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Werin em tev li mitînga azadiya Serokatî û girtiyên azadiyê bibin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê dîmenên nû yên îşkenceyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa ziman didome: Divê zimanê me bi qanûnan were mîsogerkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 27ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Zimanê Kurdî bi niqaş û axaftinan didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (756)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne