• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kadikoy de tewr tay 5 kesî ameyê destbendkerdene

    5 binçavkiriyên Kadikoyê hatin berdan: Îşkence li zarokan hatiye kirin

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kadikoy de tewr tay 5 kesî ameyê destbendkerdene

    5 binçavkiriyên Kadikoyê hatin berdan: Îşkence li zarokan hatiye kirin

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    Li Wanê zarokek hat girtin

    Li Stenbolê 14 kes hate girtin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

     Li Wanê 1ê Gulanê: Aboriyê ne ji bo şer, ji bo karkeran xercbikin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malabou: Abdullah Ocalan rêberekî mezin e

Navenda Nûçeyan /AW

5 HEZÎRAN 2025 - 10:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fîlozofa hemdem Catherine Malabou biryara fesixkirina PKKê weke pêvajoyeke jinûve avakirinê ya wêrek û exlaqî pênase kir û wiha got: “Abdullah Ocalan Rêberekî polîtîk e ku hurmetê nîşanî wî didim. Divê azad bibe.”

Li Tirkiyeyê pêvajoyek nû pêş dikeve. Piştî Serokê MHPê di cotmeha 2024an de Koma DEM Partiyê ziyaret kir û destê xwe dirêjî DEM Partiyê kir, niqaşên nû dest pê kir. Piştî van hevdîtin û diyalogan Rêberê Gelê Kurd Abdullah di 27ê Sibata 2025an de banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Li ser vê bangê PKKê kongreya xwe kom kir û di 12emîn Kongreya xwe de xwe fesix kir.

Yek ji kesayetên girîng ên felsefeya Fransayê ya hemdem fîlozof Catherine Malabou li ser mijarê ji ANFê re axivî. Catherîna Malabou anî ziman ku wê jî weke gelek mirovan beriya demeke kurt biryara fesixkirina PKKê bihîst” û got: “Bi dîtina min ev yek gaveke wêrek û cihê hêviyê ye. Weke alîgireke aştiyê, ez gelekî ji vê biryarê kêfxweş bûm. Lê belê weke ku min di peyama xwe de jî got, hêvî dikim ku ragihandina vê jestê weke teslîmiyeteke ji rêzê neyê dîtin, tevkariyeke rasteqîn li pêvajoya naskirin û demokratîkbûnê bike.”

Li ser naveroka banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Catherîna Malabou anî ziman ku ew beşdarî vê bangê dibe û wiha berdewam kir: ” Lê ya ku meraq dikim ew e; gelo bê berdan wê ewle be? Hêvîdar im ku dema hate berdan ewle be. Bêguman ji sedî sed piştgiriyê didim ku ew ji girtîgehê derkeve. Bêguman azadiya wî teqez pêwîst e. Ocalan lîderekî gelekî mezin ê siyasî ye. Yekî welê ye ku gelekî hurmetê nîşanî wî didim, heyranê wî me. Ji ber ku di ser Boockin (Murray Bookchin) têkildarî mijarên ekolojî û siyasetê em xwedî heman nirxandinê ne. Belê, bêguman dixwazim ku azad bibe. Tenê daxwazeke min heye; dema ji girtîgehê derket bila ewlekariya wî pêk were.”

Fîlozof Catherine Malabou li ser nirxandina Abdullah Ocalan a têkildarî konfederalîzma demokratîk û jineolojiyê wiha lê zêde kir: “”Bi dîtina min paradîgmaya Ocalan ne ew demokrasî ye ku di sedsala 18’an de li Ewropayê di dema ‘ronakbîriyê’ de dihate fêhmkirin. Ev yek şêweyekî demokrasiyê yê nû ye ku xwe dispêre feraseteke nû ya ku ji aliyê nasnameyê ve gerdûnîperest nîne. Ji fikrê destûra bingehîn a demokratîk a li Ewropayê ya dema ronakbîriyê xwedî vê cudahiyê ye: Êdî fikrê welatîbûna gerdûnî ıyan jî feraseta yek tîpî ne mijara gotinê ye. Ya ku di paradîgmaya Ocalan de heye, feraseta demokrasiyê ye ku hurmetê nîşanî nasnameya şexs û civakê dide. Bi dîtina min ev nêzîkatî gelekî girîng e. Yanî Kurd wê nasnameya xwe di nava gerdûnîbûneke nediyar de winda nkin. Demokrasiya ku li ser vê bingehê bê avakirin wê bide ew demokrasî û xweseriya civak û şexsan diparêze.”

Li ser biryara PKKê ya çekberdanê jî Catherîna Malabou wiha pêde çû: “Belê, ev yek teqez pêvajoyeke jinûve avakirinê ya exlaqî ye. Her gaveke ku ber bi aştiyê ve tê avêtin, tevgereke exlaqî ye. Di heman demê de di wê baweriyê de me ku ev yek di rewşeke taybet de kêliya berxwedêriyê ye. Mebesta min ew e ku eger mirov zêde zextê li ser têkoşînê bike, zêde gerdûnî bike, dibe ku bibe sedema teqînekê. Lewma ev pêvajo divê di çarçoveya hurmeta li nasnameya her şexsî bê meşandin. Gelek bersivên fikrê Hegelparêzî ya li ser vê mijarê heye, ji ber ku ev yek di dilê diyalektîkê de ye. Yanî dema derbasî tiştekî cuda dibe, vediguhere asteke hîn rasyonel, lê belê şopa dema bihurî timî dimîne. Şopa rabirdûyê timî dimîne. Ev yek diyalektîka Aufhebung a navdar e; yanî hem ji holê rake hem jî biparêze. Belê em tiştekî ji holê radikin, bi pêş ve dibin, lê belê şopa rabirdûyê jî diparêzin. Ev yek gelekî girîng e. Lewma ev pêvajo divê nebe pêvajoya jibîrkirina rabirdûyê.”

Fîlozof Catherîna Malabou destnîşan kir ku ew hêvî dike fesixkirina PKK’ê bibe destpêkeke nû û got, “Lê belê ev pêvajo ne tenê bi Kurdan ve girêdayî ye, di heman demê de bi bersiva hikumeta Tirk ve jî girêdayî ye. Bi dîtina min ev yek destpêkeke nû ye, lê belê gelo wê hikumet û civaka Tirk vê yekê çawa fêhm bikin? Ev yek pêvajoyeke du alî ye. Hêvîdarim wê bi vî rengî be. Fesixkirina PKK’ê tenê, gava ku li Tirkiyeyê pîvanên demokratîk bi cih hate anîn, bi wate dibe. Ev yek vîzyoneke hîn berfireh e.”

Catherîna Malabou li ser berpirsiyariya civakî jî nirxandin kir û wiha bi dawî kir: “Hêvîdar im heye. Lê belê dema ku bala xwe didim ser bûyerên li Îsraîlê diqewimin, yanî dema ku nêzîkatiya civaka navneteweyî dibînim ku çawa xwe ji parastina mafên Fîlîstînê dide alî, nizanim bê hevkariya bi navneteweyî wê tiştekî baş be yan nebaş be. Dibe ku şaş bim, lê belê ne bawer im ku daxwazên Kurdan ji aliyê civaka navneteweyî ve tê bihîstin. Bi dîtina min beriya her tiştî Kurd divê bi tevgera xwe ya berxwedanê parastina xwe bikin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kadikoy de tewr tay 5 kesî ameyê destbendkerdene

5 binçavkiriyên Kadikoyê hatin berdan: Îşkence li zarokan hatiye kirin

2 GULAN 2026
Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

2 GULAN 2026
Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

2 GULAN 2026
Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

2 GULAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 2yê GULANA 2026an

2 GULAN 2026
Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 10an de berdewam kir

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 10an de berdewam kir

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Sedema herî mezin ya bindestiya sed salan, nebûna Yekîtiya Neteweyî ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amed, Wan, Dêrsim û Stenbolê mitîngên 1ê Gulanê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê mitînga 1ê Gulanê bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê 1ê Gulanê: Têkoşîn jî heye êriş jî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (31)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne