• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

    Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

    Alimên Wanê: Em komkujî û heqareta li ser Rojava qebûl nakin

    Alimên Wanê: Em komkujî û heqareta li ser Rojava qebûl nakin

    Ji Amedê bang li PFDKê hate kirin: Li gorî prensîbên gerdûnî tevbigerin

    Ji Amedê bang li PFDKê hate kirin: Li gorî prensîbên gerdûnî tevbigerin

    4 roj in alîkariya ji bo Kobaniyê hatiye dorpêçkirin

    4 roj in alîkariya ji bo Kobaniyê hatiye dorpêçkirin

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Xelkê Mûşê û Colemêrgê ji bo Rojava dimeşe

    Li Qoserê şewat derket: 2 kes mirin

    Li Qoserê şewat derket: 2 kes mirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Li ruxmê çekberdanê êrîşên artêşa Tirk didomin

Navenda Nûçeyan /AW

5 HEZÎRAN 2025 - 15:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li ruxmê ku PKKê di kongreyê de xwe fesix kir û biryara çekberdanê da jî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi giranî dewam dikin. Di encamê de 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) a HPGê têkildarî operasyon û êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da. NRÇê wiha got: “Qadên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi droneyên bombebarkirî, obus û çekên giran hatin bombekirin. Tunelên me jî bi teqemeniyan hatin bombekirin. Êrîşên artêşa Tirk bi giranî li ser tunelên gerîla yên li herêmên Metîna û Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê têne kirin. Di encama van êrîşên artêşa dagirker de 27ê Gulana 2025an hevrêyê me Welat, di 30ê Gulana 2025an de jî hevrêyê me Bawer şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd wê piştre bêne eşkerekirin. Hêzên me li hemberî êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst dan. Heta ku karên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û êrîşên ji bo tinekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewam bikin, hêzên me wê ji bo xweparastinê bersiva pêwîst bidin.”

HPG-NRÇê têkildarî êrîşên li ser hêzên gerîla û bersivên hatin dayin ev agahî parve kir:

“Êrîşên artêşa Tirk;

Di navbera 30ê Gulanê û 4ê Hezîranê de li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qadên berxwedanê yên Serê Metîna û Şêlazê 15 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 13 caran bi teqemeniyan hatin bombekirin. Di navbera 29ê Gulanê û 4ê Hezîranê de li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 17 caran, li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 19 caran bi kepçe û sondajê rastî êrîşê hatin. Di navbera 29ê Gulanê û 4ê Hezîranê de li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Kanî Sarkê, Dêreşê, Mijê, Zêvkê, Deşta Kafya, Girgaşê, Spîndarê, Girê Kun, Guzê, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bazê, Bêşîlî, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Baharê bi çekên giran û obusan hatin bombekirin.

Bersiva hêzên me;

30’ê Gulanê saet di 08:10’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên ku di pozîsyona êrîşê de bû bi teknîkê hate hedefkirin û derb li wesayitekê hate xistin ku sîstema radarê li ser bû.

30ê Gulanê saet di 11:20 û 13:40î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hatin hedefkirin û konteynirek, konek hatin îmhakirin, dagirkerek hate cezakirin.

31ê Gulanê sae di 08:40 û 13:30î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîkê li hêzên dijmin hate xistin ku êrîşî tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dikirin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

31ê Gulanê saet di 14:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê droneyeke bombebarkirî ya bi armanca êrîşê şandin tunelên me hate îmhakirin.

1ê Hezîranê saet di 06:40î de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên ku di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hate hedefkirin û konteynirek hate îmhakirin, dagirkerek hate cezakirin.

1ê Hezîranê saet di 14:36an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, dijmin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi armanca tevdan û sorkirinê bang kir û bi çekên giran bersiv jê re hate dayin.

2ê Hezîranê saet di 13:00 de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hedefên di pozîsyona êrîşê de bûn bi teknîkê hate hedefkirin û derb li konekî hate xistin.

4ê Hezîranê saet di 18:45an de li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî bi teknîkê derb li kepçeyeke zirxî hate xistin ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikir û hate îmhakirin.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

2 SIBAT 2026
Alimên Wanê: Em komkujî û heqareta li ser Rojava qebûl nakin

Alimên Wanê: Em komkujî û heqareta li ser Rojava qebûl nakin

2 SIBAT 2026
Reformparêzê Îranî: Rejîma Îranê neyarê nifşê nû ye

Reformparêzê Îranî: Rejîma Îranê neyarê nifşê nû ye

2 SIBAT 2026
Ji Amedê bang li PFDKê hate kirin: Li gorî prensîbên gerdûnî tevbigerin

Ji Amedê bang li PFDKê hate kirin: Li gorî prensîbên gerdûnî tevbigerin

2 SIBAT 2026
4 roj in alîkariya ji bo Kobaniyê hatiye dorpêçkirin

4 roj in alîkariya ji bo Kobaniyê hatiye dorpêçkirin

2 SIBAT 2026
Malbatên koçber li Çilaxa tên bicihkirin

Malbatên koçber li Çilaxa tên bicihkirin

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (71)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne