* Li Şirnexê qedexeya li ser 62 gundan berdewam dike. Gundiyên ku nikarin biçin gundê xwe, dixwazin qedexe bi dawî bibe û vegerin gund û warên xwe.
* Nazdar Ataman û Hatîce Dûrmûş ên zarokên xwe di sala 2021an de li herêma Garê di êrişa çeken kîmyewî de winda kirin, xwestin ku êdî xwîn bisekine dile tu dayikan neşewite û aştiyeke binecih pêk were.
* Xizmên windayan û Şaxa ÎHDê ya Amedê dê di hefteya 852an de bi boneya winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin dê aqûbeta Vazif Ozturk li Parka Koşuyolu ya Amedê bipirsin (12,00)
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)