• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

    Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî Kurd bûne yek’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî Kurd bûne yek’ derket

    Li Osloyê Kurd qadan terk nakin

    Li Osloyê Kurd qadan terk nakin

    Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

    Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

    Welatiyên Sêrtê: Rojava em in em jî Rojava ne

    Welatiyên Sêrtê: Rojava em in em jî Rojava ne

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 2yê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

    Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî Kurd bûne yek’ derket

    Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî Kurd bûne yek’ derket

    Li Osloyê Kurd qadan terk nakin

    Li Osloyê Kurd qadan terk nakin

    Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

    Parlak: Divê em bi ruhê Rojava yekîtiya xwe saz bikin

    Welatiyên Sêrtê: Rojava em in em jî Rojava ne

    Welatiyên Sêrtê: Rojava em in em jî Rojava ne

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 2yê SIBATA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Hestiyên me bidin me’

Navenda Nûçeyan /AW

7 HEZÎRAN 2025 - 15:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên kesên hatine windakirin li Amed, Êlih û Comemêrge çalakiyên xwe îro jî berdewam kirin. Xizmên windakiriyan anîn ziman ku ji bo aştî pêk bê divê hestiyên xizmên wan bidin wan û hesab bê pirsîn

Xizmên Windakiriyan û Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih û Colemêrgê wekî her hefteyê vê hefteyê jî bi boneya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” çalakiyên xwe berdewam kirin.

Amed

Şaxa ÎHDê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 852an de li Parka Koşuyolu li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan pankarta mezin ku wêneyê windayan li ser e vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Vasif Ozturk ê di 1ê hezîrana 1994an de li Gundê Cimarê yê Navçeya Pasûra Amedê hat windakirin pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yakup Guven, bi zaravayê Kirmanckî axivî û bal kişand ser çîroka Vasif Ozturk. Yakup Guven, anî ziman ku 31 sal berê Vasif Ozturk bi darê zorê hat revandin û hin aqûbeta wî nediyar e. Yakup Guven xwest kesên ku Vasif Ozturk revandine bên darizandin û aqûbeta Ozturk ronî bikin.

Êlih

Şaxa ÎHDê ya Êlihê û xizmên windrayan li Êlihê jî di hefteya 688an de li Kolana Gulistanê kom bûn bi heman armancê daxuyanî dan. Di çalakiyê de nûnerên OHD, MEBYA-DER û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Îsmaîl Agaya yê di 28ê Gulana 1994an de hat revandin û windakirin pirsîn.

Colemêrg

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan li Geverê jî di hefteya 178an de Kolana Hunerê ya Geverê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan di çalakiyê de pankarta “Kujer diyar in, winda li ku nep?” û “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku 31 sal berê di 3ê Hezîrana 1994an de hatin revandin pirsin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

Bijîşkên ji Başûr bi hawara Rojava ve çûn

2 SIBAT 2026
Tom Barrack: Em naxwazin pergala Rojava li Sûriyeyê serwer be

Tom Barrack: Em naxwazin pergala Rojava li Sûriyeyê serwer be

2 SIBAT 2026
Li Pirsûsê 4 jê zarok 12 kes hatin binçavkirin

Li Pirsûsê 4 jê zarok 12 kes hatin binçavkirin

2 SIBAT 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî Kurd bûne yek’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Êdî Kurd bûne yek’ derket

2 SIBAT 2026
Îsal li cîhanê 461 hezar hektar daristan ji holê rabû

Îsal li cîhanê 461 hezar hektar daristan ji holê rabû

2 SIBAT 2026
Li Osloyê Kurd qadan terk nakin

Li Osloyê Kurd qadan terk nakin

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (61)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne