Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek jiyana xwe ji dest da.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek (48) ê ku ceyranê bi wî girtibû û dilê wî sekinîbû, li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Ferdî Zeyrek tevî ku ev 4 oj in dihat tedawîkirin jî jiyana xwe ji dest da. Zeyrek rakiribûn nexweşxaneya Zanîngeha Celal Bayar a Manîsayê û ji roja 6ê hezîranê ve dihat tedawîkirin.