Medyaya Îranê ragihand ku Serokê Serfermandariya Giştî Muhammed Bakirî û Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdaran Husên Selamî di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin.
Îsraîlê li dijî Îranê dest bi êrişan kir. Hat ragihandin ku di êrişan de gelek payebilindên rejîma Îranê jî bûne armanc.
Li gorî nûçeya BBCyê ku spartiya medyaya dewletê ya Îranê di encama êrişên Îsraîlê de, Serokê Serfermandariya Giştî Muhammed Bakirî û Fermandarê Giştî yê Supayê Pasdaran yê Îranê Husên Selamî hatine kuştin.
Li gorî ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê (Tensîm) di encama êrişa Îsraîlê de Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî û zanayê atomê yê Îranê yê bi navê Fereydun Ebasî jî di êrişa li ser Tahranê de hatine kuştin.