• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Hevşaredarên nû yên Mexmûrê hatin hilbijartin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Girtiyên li Girtîgeha Mihabadê li dijî rejîmê çalakî kirin

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

    Li Riyadê li dijî Balyozxaneya DYAyê êriş: Agir bi avahiyê ket

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îkram Balekanî: Êrişa li dijî Îranê dê bandorê li Kurdistanê jî bike

Fexredîn Kiliç / AW

14 HEZÎRAN 2025 - 08:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Rojnameger Îkram Balekanî ku êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê nirxand, wiha got: “Ev rastiyeke ber bi çav e ku kîjan dagirker darbeyê bixwe, wê bandorê li Kurdistanê jî bike. Herî kêm di warê dîplomasiyê de wê destê Kurdan xurt bike.”

Artêşa Îsraîlê bi îdiaya “pêşîlêgirtina hilberandina çekên nukleerî” di 13ê Hezîranê de li dijî Îranê bi navê “Şêrê Bilind Dibe” operasyona leşkerî da destpêkirin. Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi dehan balafirên şer êrişî Îranê kirin e. Di êrişê de tesîsa dewlemendkirina uranyumê ya Natanzê jî di nav de gelek tesîsên nukleerî û leşkerî hedef hatin girtin. Di êrişê de Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Muhammed Bakirî jî di nav de gelek rayedarên payebilind hatin kuştin. Îranê jî bi bi balafirên biçek û bêmirov bersiv da Îsraîlê. Îranê bi muşekan li Telavîva paytexta Îsraîlê da û gelek kes birîndar bûn û xesar gihîşt avahiyan. Şerê di navbera Îsraîl û Îranê de berdewam dikin.

Rojnamevan Îkram Balekanî têkildarî êrişên Îsraîlê ji Ajansa Welat re axivî û bandora êrişan şîrove kir.

Îkram Balekanî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê ne surprîzek bû û wiha got: “Her kesî texmîn dikir ku wê tiştekî wiha biqewime. Tenê dema wê nedihate zanîn. Lê wisa xuya dike ku ya nedizanî yan jî hêvî nedikir, Îran bi xwe ye. Ji ber ku dema em dêna xwe didin encama vê operasyona hewayî, em dibînin ku gelek kesên payebilnd ên leşkerî hatine kuştin. Ev jî nîşan dide ku istixbarata Îranê zêde qels û bêbandor e.”

‘Dem dema şerê profesyonel û îstîxbaratî ye’

Îkram Balekanî bi bîr xist ku Îsraîlê bi navê “Şêrê Bilind Dibe” operasyona leşkerî daye destpêkirin û got: “Îsraîlê bi 200 balafirên şer êriş kiriye, mal bi mal cihê fermandarên leşkerî, serleşker, pisporên enerjiya etomî kifş kiriye û lê daye lê bêyî ku balafirek derbeyê bixwe, vedigerin. Ev jî nîşan dide ku êdî dema siloganan çûye, dem dema şerê profesyonel û istixbaratî ye. Rast e Îranê jî bersiv da lê hêjî bersiva wan di rê de ye. Gotinek heye dibêjin ‘Lêdan a yê lêder e’. Kê pêşî lê de ew serdest e. Ji ber ku tedbîrên xwe girtine. Niha Israîl li bendê ye ku ew dronên Îranê bigihîjin herêma wan, di hewa de bê bandor bike. Wek min gotî, ev êriş dihate payîn.

‘Ev êriş dê di warê dîplomasiyê de destê Kurdan xurt bike’

Îkram Balekanî di berdewamiya axaftina xwe de got ku “Ev rastiyeke ber bi çav e ku kîjan dagirker darbeyê bixwe, wê bandorê li Kurdistanê jî bike” û ev tişt gotin: “Herî kêm di warê dîplomasiyê de wê destê Kurdan xurt bike. Gelek hêz wê bixwazin xwe nêzî Kurdan bikin, bi Kurdan re têkiliyan deynin. Lê heta kîjan astê wê ev şer pêş de biçe, gelo wê çiqas dewam bike, wê dewam bike yan na, ev hemû dibin sedem ku mirov nekare tespîteke rast bike. Tenê texmîn in.

Li gorî min ev tenê baskokkirina Îranê ne. Yanî dixwazin per û baskên rejîma Îranê jêkin, naxwazin rejîmê hilweşînin. Lewre guhertineke wisa li ser erdê mumkin e di demkurt de neyê dîtin. Lê di planeke demdirêj de, her tişt diguhere. Dibe ku di warê zemînî de, dibe ku li ser erdê jî bi awayekî mudaxile çêbe, wê çaxê sedî sed wê bandoreke mezin li Rojhilatê Kurdistanê çêbe.”

‘Amerîka rast nabêje’

Îkram Balekanî gotina Amerîkayê ya ku “Eleqeya me bi vê êrişa Îsraîlê nîne lê heke Îran bersiva êrişê bide wê Îsraîlê biparêzin” wiha şîrove kir: “Amerîka rast nabêje. Dinya alem dizane ku bi plana Ingilîz û Amerîkayê û bi pêşengiya Israîlê Rojhilata Navîn tê dîzayînkirin. Ev berdewama şerê Xezayê ye. Li Xezayê, Libnan, Suriye û Yemenê baskên Îranê jêkirin, niha dor hatiye ser Îran û Iraqê. Berî çend rojan Pentagonê eşkere got ku me bijareya leşkerî daye Trump. Eger Amerîka nebûya, Îsraîl bi serê xwe tiştekî wiha nake û xwe navêje nav agir. Amerîka nebe, Isarîl bi serê xwe nikare rê xweş bike ku asîmana ji balafirên xwe re bide vekirin. Ne tenê Amerîka, di serî de NATO û welatên Ewropayê heta Urdun jî Îsraîlê diparêze. Me di êrişên berê de dît ku Urdunê gelek dronên Îranê li ser asîmanê xwe bê bandor kirin û nehişt bigihîjine axa Isaraîlê. Lê Amerîka naxwaze rejîma Îranê hilweşe. Ji ber ku Îranê li dijî eniya sunî bi kar tîne. Bi Gefa Îranê suniyan kontrol dike. Çekan difiroşe. Herêmê dîzayîn dike. Loma naxwaze hilweşe, tenê dixwaze qels bike û bixe bin bandora pîlanên xwe yên dîzayînkirina herêmê.”

‘Dê per û baskên Îranê jêkin û paşê bînin ser maseya muzakereyan’

Îkram Balekanî tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wiha nirxand: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem bi pêşbiniyên xwe derdikeve pêş. Gelek caran pêşbîniyên wî rast derdikevin. Bi pêşbîniyên xwe rê dide ber Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi mudaxileyên xwe lîstikên li herêmê xira dike. Yek ji sedemê ku komplo li dijî wî pêk anîn jî ev hêza wî bû. Jê ditirsiyan. Madem cihê wê hatiye, ez yek du mînakan bidim.

Di sala 2010an de bi helbestekê hişyarî da tevgera azadiyê ku Şengal ê bikeve xetereyê û xwest ku wan biparêzin. Di hevdîtinan de bi dehan caran bal kişande ser xetereyên li dijî Êzîdxanê. Lewre komeke gerîla bi dizî çûbû Şengalê û me dît ku di deqeyên pêşî de çawa rê li ber êrişa DAIŞê girtin. Dîsa di şoreşa Rojava de, rêber APO digot, heta hûn Hesekê azad nekin, hûn nikarin Qamişloyê biparêzin. Piştî vê hişyariyê Heseke hate azadkirin.
Dîsa digot, heta hûn Reqayê azad nekin, hûn nikarin Kobanê biparêzin. Piştî vê hişiyariyê Operasyona azadkirina Reqayê dest pê kir. Ev jî nîşan didin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşbînî û mudaxileya xwe lîstikan xira dike û herêmê dîzayîn dike. Di vê dema dawî de jî ev pêşketina Îsraîlê û şerê li herêmê pêşbînî kir, lewre xwest kurdan dûrî agir bixe. Ji ber ku navenda şer Kurdistan e. Lewre bi projeyeke nû dixwaze mudaxile bike.
Li ser pirsa we, gelo wê Çîn mudaxil bibe, bêguman na. Birîna Çînê jî heye. Eger Çîn bixwaze tiştekî bike, wê Amerîka Taywanê bixe hereketê û li dijî Çînê eniyeke din veke. Rûsya jixwe nikare ji nava şerê Ukraynayê derkeve. Hêza wê nemaye ku tevlî lîstikê bibe. Me dît li Suriyê çi hate serê wan. Lewre wê per û baskên Îranê jêkin û paşê bînin ser maseya muzakerayan.”

‘Divê Tirkiye ji vî şerî dersê derxe’

Îkram Balekanî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Min dixwest bêjim tekane rêya çareseriya meseleyê demokrasî ye lê ew şans ji destê Îranê derket. Eger Îran ji Sedam û Esed ders bigirta, îro ev nedihate serê wan. Enerjîya Atomî hemû hincet in. Dema Helebçe bi çekên kîmyewî dihate bomberarankirin, dinyayê dengê xwe nedikir. Kesî li Sedam neda. Lê di sala 2003yan de ji wan re lazim bû, rabûn û gotin; ‘Sedam çekên kîmyewî hene.’ Yanî dixwazim bêjim ji wan re hincet lazim bin, hincetan dibînin. Biryar dane ku herêmê dîzayîn bikin, an Îranê bi zimanê xweş bi wan re be yan wê bi darê zorê. Îro na, 5 salên din, tişta anîn serê Suriye û Iraqê, wê heman tiştî bînin serê Îranê jî. Dibe ku bi Efxanistanê, yan Azarbaycanê yan bi rêya Belûcistanê şerekî li dijî Îranê bidin destpêkirin û li ser erdê jî mudaxile bikin. Jixwe Amerîka bi salan e dibêje û herî dawî Îsraîlê gotibû, li Rojhilata Navîn gelek welat hene, yan wê xwe biguherin, yanê wê bi werin guhertin. Lê dema şer li ber derî be êdî demokrasî jî çare nake. Eger Tirkiye ji vê dersê negire, îro na, sibê wê dora wê jî were.”

 

Etîket: Îsraîl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîl: Fermandarê Hêza Qudsê hate kuştin

Îsraîl: Fermandarê Hêza Qudsê hate kuştin

3 ADAR 2026
Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

Civîna Konseya Pisporan a Îranê hate bombebarankirin

3 ADAR 2026
Îsraîl û DYAyê êrişên nû li Tehran, Karaj û Isfahanê pêk anîn

Îsraîl û DYAyê êrişên nû li Tehran, Karaj û Isfahanê pêk anîn

3 ADAR 2026
Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

3 ADAR 2026
Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

3 ADAR 2026
Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kesan jiyana xwe ji dest da

Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 52 kesan jiyana xwe ji dest da

3 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Îran û Îsraîlê di roja 4yemîn de ye: Êrişên hevdem, moşekên nû, Hurmiz û nîqaşa şerê bejahî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axîos: Washington rola Kurdan di qonaxa nû de dinirxîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirkiye biryarên DMMEyê nas nake 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin: Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (123)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne