Artêşa Îsraîlê serweriya xwe ya li ser Sûriyeyê zêde dike û li Quneytra û Derayê dema dixwaze bi hêsanî dewriye digere, lêgerînan dike û noqteyên kontrolê ava dike. Herî dawî bi karwanekî ji 30 wesayîtên leşkerî pêk tê, derbasî parêzgeha Quneytrayê bû û li gundê Um Batna xaleke kontrolê ava kir, lêgerîn û lêkolîn pêk anîn.
Li Sûriyeya di bin îktîdara Ahmed El Şara de bandora Tirkiye û Îsraîlê zêde dibe. Îsraîl û Tirkiye hev wekî hincet nîşan didin û serweriya xwe ya li ser Sûriyeyê kûr dikin. Tirkiye bi riya Şara nifûza xwe zêde dike û li hemberî vê yekê Îsraîl jî bi awayek pratîk hêz û nifûza xwe ya li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike.
Îsraîl bi fîlîlî başûrê Sûriyeyê kontrol dike
Li gorî çavkaniyên herêmî Îsraîl bi awayek fîlî başûrê Suriyeyê kontrol dike. Bi taybetî li wilayetên Quneytra û Derayê hemû serwerî di bin destê Îsraîlê de ye. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî bi taybetî piştî Peymana Parîsê ya di sala 2025an de di navbera Îsraîl û Şara de pêk hatî, ketina hêzên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê a herêmê bi awayek fîlî qedexe ye. Li gorî çavkaniyên Îsraîl dema dixwaze bi hêsanî dikeve van her du parêzgehan, noqteyên kontrolê datîne, di ser malan de digire û kesan binçav dike. Çavkanî destnîşan dikin ku di her alî de Îsraîl vê herêmê kontrol dike.
Li gund û bajarokan digerin
Li gorî agahiyên dawî, şevê din hêzên artêşa Îsraîlê bi karwanekî mezin derbasî Sûriyeyê bûn. Dewriyeyeke Îsraîlê ku ji nêzî 30 wesayîtên leşkerî pêk dihat, kete gundê Um Batna yê li gundewarê navenda Quneytrayê. Ev tevgera leşkerî, wekî yek ji mezintirîn operasyona asayîşê ya Îsraîlê pêk hat.
Li ser sivîlan lêpirsîn kirin
Çavkaniyan daxuyand ku hêzên Îsraîlê li nava taxên gund belav bûn û li ser riya di navbera Um Batna û bajarokê Caba de xaleke kontrolê ya demkî ava kirin. Ji ber vê yekê tevgera welatiyan û wesayîtan demeke dirêj hate astengkirin. Di dema serdegirtinê de leşkerên Îsraîlê sivîlek girtin lêpirsînê û li baregeheke leşkerî ya çolbûyî ya li nêzî gund lêgerîn pêk anîn. Hate ragihandin ku piştî xebatên lêkolîn û keşfê, hêzên Îsraîlê vegeriyan baregeha xwe.
Hêzeke Îsraîlê asteng bike nîne
Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku Îsraîl di demên dawî de li herêmên başûrê Sûriyeyê bi hinceta lêgerîna li cihên leşkerî yên kevn û mijarên sîxurtiyê bi hêsanî li gund, bajar û bajarokên Sûriyeyê digere. Li gorî çavkaniyan sedema vê yekê ew e ku hêzeke bersivdayînê û astengker nîne.
Li Derayê êrişî cotkaran kirin
Li aliyê din, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke Îsraîlê derbasî herêma Wadî Meariya ya li Hewzeya Yermûkê ya girêdayî gundewarê rojavayê Derayê jî bûye. Hêzên Îsraîlê li vir rasterast bi çekên giran gule li zeviyên reşandine û cotkar ji herêmê derxistine.













