Di saetên serê sibê de Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir û di encama êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.
Di navbera Îsraîl û Îranê êrişên fuzeyan dewam dike. Îranê di saetên sibê de êrişeke nû ya fuzeyan li dijî Îsraîlê pêk anî. Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê; di êrişên dawî yên Îranê yên li hemberî Îsraîlê de hin avahiyên li başûrê Tel Avîvê bûn hedef. Di êrşên ku di saetên sibê de pêk hatin de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 jê giran 21 kes jî birîndar bûn.
Bi vî awayî hejmara kesên ku di 6 êrişên ji aliyê Îranê ve li ser Îsraîlê pêk hatin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 3 kes, hejmara birîndaran jî derket 91an.