Serfermandariya Artêşa Îranê ragihand ku du fermandarên din ên leşkerî yên Îranê Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî, di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de hatine kuştin.
Li gorî nûçeya RojNewsê; Navenda Serfermandariya Artêşa Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişek ya Îsraîlê ya li ser Îranê de du fermandarên leşkerî yên Îranê Xulam Riza Mehrabî û Mehdî Rebanî hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku Xulam Riza Mehrabî alîkarê serfermandarê artêşa Îranê ji bo karûbarên îstîxbaratî bû û Mehdî Rebanî jî alîkarê serfermandarê artêşa Îranê ji bo operasyonên leşkerî bû.