Dadgehê salek şûnde biryara bihincet a Doza Kobanê ku li Hevserokên Giştî yên HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û ya berê Fîgen Yuksekdag 30 sal cezayê hefsê hatibû birîn, aşkere kir. Biryar, ji 32 hezar rûpelan pêk tê.
Dadgehê biryara bihincet a Doza Kobanê ku Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş 42 sal û Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag 30 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatiye birîn, salek şûnde aşkere kir. Di dozê de 108 siyasetmedar dihatin darizandin û li 24 kesan cezayê hefsê hate birîn. Biryara bihincet ji 32 hezar rûpelan pêk tê. Bi biryarê re rê hate vekirin ku kesên ji dozê tên darizandin serî li Dadgeha Îstînafê bidin.
Di dozê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk 10 sal, bi heman îdiayê li Gultan Kişanak û Sebahat Tuncelê 12 sal cezayê hefsê hate birîn. Li wekîla HDPê ya berê Ayla Akat Atayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 9 meh, bi heman îdiayê li Emîne Aynayê 10 sal, li endama PM’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagic 9 sal û li Aynûr Aşanê jî 9 sal cezayê hefsê hate birîn.