• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Zîlan û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê hemû malbat bên cem hev’

Omer Demîr / AW

26 HEZÎRAN 2025 - 08:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Sekreterê şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman têkildarî konferansa ÎHDê ku di 21-22yê Hezîranê de pêk hat diyar kir ku wan di konferansê de paşêroj û pêşerojê nîqaş kirin û got: “Hat dîtin ku êşên hemû malbatan yek e. Divê hemû malbat bibin yek.” 

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 21-22ê Hezîranê de li otelek Amedê bi şîara “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet” konferansek li dar xist. Di konferansê de malbatên gerîla û leşkeran hatin cem hev. Di konferansê de li ser aştiyê, pêkahtina aştiyê û lihevhatinek civakî nîqaş kirin. Sekreterê şaxa ÎHDê ya Amedê Omer Saman têkildarî konferansê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Paşêroj û pêşeroj niqaş kirin’

Omer Saman diyar kir ku wan çend meh berê dest bi xebata konferansê kirin û wiha axivî: “Me ji bo konferansê komîsyon ava kir. Gelek derdorên cuda tev li konferansê bûn. Di her du aliyan de jî malbatên ku xizmên xwe di şer de winda kirine tev li konferansê bûn. Di roja yekemîn de kesên ku xizmên xwe winda kirine axivîn. Yek ji leşkerên jiyana xwe ji dest da bavê Ulaş Bayraktar bû. Bavê Ulaş Bayraktar di sala 1980an dema ku leşker bû jiyana xwe dest da. Ulaş Bayraktar negotibû ku “Bila welat sax be”. Dayîka Ulaş Bayraktar bûbû sedema vê seknê. Piştî vê Ulaş Bayraktar ji bo aştiyê gelek xebat meşand. Di sala 2015an de bû akademîsyenê aştiyê. Ji karê xwe dûr hat xistin. ji xizmên kuştiyan Şukran Aydin, malbata Sîncar, Onkol, Dayîka Cemîle Çagirga axivîn. Çiqas êş kişandibin jî ji bo aştiyê sekna xwe nîşan dan. Diyar kirin ku ew ê rola xwe bilîzin. Di roja yekemîn me paşêroj nîqaş kir. Di roja duyemîn de jî me pêşeroja xwe nîqaş kir.”

‘Gavên ji bo aştiyê’

Omer Saman destnîşan kir ku di konferansê de gelek pêşniyar hatin kirin û wiha axivî: “Operasyon berdewam dike. Ev jî civakê ditirsîne. Gel dixwazê dewlet gavan biaveje. Ji bo aşitî pêk bê hin gavên girîng hene. Yek ji wan girtiyên nexweş û siyasî ye. Li gorî rapora ÎHDê 1412 girtiyên nexweş hene. Di nava wan de 300 kes giran in. Divê demildest ew bên berdan. Xala duyemîn jî divê xala zagona TMK bê guhertin. Ji bo pêvajo baş bimeşê divê komîsyon bên avakirin. Ji ber ku şerên di demdirêj de gelek mafên binpêkirinê derketine holê. Îro hêj jî pêşengên gel bê gor in. Divê gorên wan kesan bê dîtin. Divê ji malbatan lêborîn bê xwestin. Ev kes di nava gel de wekî “terorîst” hatin pênasekirin. Lê ew parêzwanên gelê xwe bûn. Em wekî kesên parezvanên mafê mirovan her heftê derdikevin qadan û aqûbeta kesên winda dipirsin. Divê dewlet bi malbatê windayan re rû bi rû bê. Divê vegera gundan jî bê axaftin. Ji ber ku di wan deman de gelek kes hatin kuştin. Me di konferansê de mijarên giring nîqaş kir.”

‘Divê xizmên windayan kom bibin’

Omer Saman da zanîn ku konferans rola xwe ya destpêkê pêk anî û wiha pê de çû: “Gel dixwaze biaxive. Ne tenê gelê Kurdistanê. Ji ber ku gelên Kurdistanê bi salan e ji xwe her gav axiviye û aştî xwestiye. Lê mixabin li Tirkiyeyê hêj jî kesên ku xizmên xwe di şer de windakirine daxwaza aştiyê nakin. Divê desthilatdar baweriya aştiyê bide gel û paşê kesên xizmên xwe windakirine bên cem hev û bi hev re biaxivin.”

‘Ji bo girtiyên siyasî divê qanûn bên derxistin’

Omer Saman bibîrxist ku serokkomer dikarê bi îmzayekê girtiyên nexweş ji girtîgehê derxe û wiha bi dawî kir: “Di encamnameya konferansê de me diyar kir ku divê mijara girtiyên nexweş û siyasî bêçarserkirin. Di girtîgehê de kesên ku me tespît kirine hene. Raporên wan hene. Lê hêj jî wan bernadin. Kesên ku rapor amade dikin ditirsin. Divê kesên raporan amade dikin de netirsin. Pêwiste ji bo girtiyên siyasî zagon bên guhertin û zagonên nû bên derxistin. Ji bo vê yekê jî pêwiste demildest li meclisê komîsyon bê avakirin û mafê hêviyê bidin girtiyan. Malbat û gel vê yekê dixwazin.”

Etîket: gerîllaÎHDleşkermalbatOmer SamanWinda
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

30 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

Xizmên Windayan: Parastina kujeran hevkariya sûc e

27 HEZÎRAN 2026
ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

ÎHD û TÎHV: Divê dawî li îşkenceyê bê anîn

26 HEZÎRAN 2026
Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

Erdheja Venezuelayê: 235 mirî, 4 hezar û 300 birîndar hezaran winda hene

26 HEZÎRAN 2026
ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

ÎHD û OHDê yên Êlihê: Rêveberên rehabîlîtasyonê hewldane bûyerê veşêrin

25 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PYDê bersiv da îdiayên ENKSê: Ne rast in

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne