Li Venezuelayê, du erdhejên mezin çêbûn û di encama erdehejan de heta niha 235 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî 4 hezar û 300 kes birîndar bûne û tê payîn ku ku zêdetirî 200 kes jî hîna jî di bin kavilan de mane.
Li Venezuelayê bi pileya 7.2 û 7.5 du erdhejên mezin ên ku di navbera wan de 35 saniye hene çêbûn. Di encamê de li gelek herêman xanî hilweşiyan û gelek avahî jî xesar dîtin.
Duh êvarê, Serokê Meclîsa Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez ragihandibû ku hejmara qurbaniyan 188 kesin, 1500 kes birîndar bûne û 200 kes jî di bin kavilan de winda ne. Lê belê îro Wezareta Tenduristiyê bîlanço ji nû ve parve kir û ragihand ku hejmara miriyan gihîştiye 235 kesan, hejmara birîndaran jî ji 4 hezar û 300 kesî derbas bûye.
Li gorî agahiyên dawî, tîmên rizgarkirinê diyar dikin ku hîna zêdetirî 200 kes di bin xaniyên rûxandî de ne û xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Skynews: 20 hezar kes winda ne
Li gorî nûçeya ku kanala Skynewsê belav kiriye, ji duh şev ve heta niha navên zêdetirî 20 hezar kesan wekî windabûyî hatine tomarkirin û malbatên wan tu agahiyan ji wan nagirin.













