Dadgeha Amedê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hepsê li rojnameger Mehmet Alî Ertaş birîbû. Dadgeha Îstînafê vî cezayî derhiqûqî dît û biryara beraetê da.
Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya 9emîn di 10ê Cotmeha 2024an de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hepsê li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş birîbû. Ev cezayê hepsê ji aliyê 2yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Herêma Amedê (Dadgeha Îstînafê) ve hate betalkirin. Dadgeha Îstînafê, parvekirinên Ertaş ên li ser medyaya dijîtal weke “Ne di wê astê de ne ku rêbazên tundî û gefxwarinê yên rêxistinê teşwîq bikin an jî pesnê wan bidin” û bi sedema ku hêmayên sûc çênebûne biryara beraetê da.
Dadgeha Îstînafê diyar kir ku 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê delîl şaş nirxandiye û biryara cezayê hepsê ya salek û 3 mehan weke biryareke derhiqûqî nirxand. Dadgehê hewcehî nedît Ertaş dîsa were darizandin û biryara beraetê da.