Girtiyê nexweş Kerîm Boran piştî betalkirina cezayê wî ji girtîgehê hate berdan.
Girtiyê nexweş Kerîm Boran ê 81 salî li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dihat ragirtin û rewşa wî giran bû. Cezayê Boran, li ser biryara Serokkomarê AKPyî Tayyîp Erdogan hate betalkirin. Boran ku biribûn Girtîgeha Metrîsê, li wir hate berdan.
Boran, ji hêla rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îdirê Yilmaz Hun ve bi kulîlkan hate pêşwazîkirin.