TUHAD-DERa Botanê 1emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî û rêveberiya nû hilbijart. Di axaftinên hatin kirin hat xwestin ku tavilê girtiyên nexweş bên berdan.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Botanê (TUHAD-DER) 1emîn kongreya xwe ya asayî bi tevlibûna parlementerên Şirnexê yên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Zekî Îrmez, hevserok û rêveberiyên DEM Partî û DBPê yên Şirnex, aktîvîstên TJAyê, endamên MEBYA-DERê, TUHAD-DER Botanê, encumenên şaredariyan û meclisa giştî, ÎHD, KESK û DÎSKê li Eywana Bîşeng Anik a DEM Partiyê pêk anî.
‘Divê tecrîd bi temamî bê rakirin’
Piştî hilbijartina dîwan û rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Hevseroka TUHAD- FEDê Pinar Sakik axivî û got: Piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû dest pê kir, beriya niha jî pêvajo hebûn û hatin xitimandin û tecrîd li ser Ocalan giran bûbû, hîna ev tecrîd bi awayekî berdewam dike. Ji bo ku Ocalan xwe rast e rast bigîhîne gel divê tecrîd bi temamî were rakirin. Ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk baş were birêvebirin divê teqez tecrîd rabe. Her wiha girtiyên siyasî yên nexweş di şertên giran de ne û divê demildest girtiyên siyasî yên nexweş werin berdan. Heya ku zarokên vî gelî di zindanan de bin wê têkoşîna me berdewam bike.”
‘Girtiyên nexweş berdin’
Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan jî diyar kir ku di zindanan de gelek gavên mezin ji bo têkoşîna Kurd avêtine û wiha axivî: “Em hêvî dikin ev kongre bibe sedema berdana hemû girtiyan û Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan. Girtîgeh di berxwedana gelê Kurd de qadeke gelek girîng e. Piştî destpêka şoreşa tevgera azadiyê gavên gelek mezin bi pêşengiya zindanan pêk hat. Tovê siyaseta demokratîk jî di zindanan de hate avêtin û hêj ked tê dayîn. Piştî komploya 15ê sibatê êrîşên gelek giran li ser girtîgehan pêk hat û bi qanûnên ev pêkanîn zêdetir kirin. Mijara mafê mirovan û hiquqê ya girtîgehan bi mijara pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Di zindanan de gelek berxwedan pêk hatin ji Zindana Amedê heya grevên birçîbûnê yên 2012an û 2019an rê li pêşiya pêvajoyên nû da vekirin.”
Newroz Ûysal da zanîn ku divê demildest girtiyên nexweş werin berdan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema gel û rêxistinên me xwedî li zindanan dernekevin êrîşên li ser girtiyan zêdetir dibin. Niha li girtîgehan 1934 û jivan zêdetirê 300 girtiyan nexweşên giran in. Em mijara girtiyên nexweş nakin mijara bazarê. Divê demildest hemû girtiyên nexweş werin berdan. Rêya hevalên me yên nav rêveberiyê de cih girtîne vekirîbe û serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Hevserokê DEM Partiyê ya Şirnex Ramazan Ûysal jî anî ziman ku ew tenê bi rêxistinkirina sazî û gelê xwe dikarin pêvajoyê bi ser bixînin û got: “Em çiqas rêxistinên xwe ava bikin û xurt bikim ev pêvajo dê ewqas zûtirîn bigehe armanca xwe û gelê Kurd ê bigihîje serkeftinê. Weke gelê Botanê em ê rêxistinên xwe xurt bikin û ji pêvajoyê re bibin bersiv.”
Berdevkê berê yê Nûnertiya TUHAD-DERê yê Şirnexê Aydin Denîz jî anî ziman ku ew di kesayeta kesên di zindanan de canê xwe ji dest dane hemû cangoriyên xwe bi bîr tînin û ji bo ku ew xeyalên wan pêk binîn dê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftinan rêverebiya ji 14 kesan pêk tê hate hilbijartin.