Suheyla Taş a ku berdan wê du caran hat taloqkirin, îro ji Girtîgeha Jinan Sîncanê hat berdan.
Suheyla Taş ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê du caran berdana wê taloq kiribû, ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Tîpa F ya Sîncanê hat berdan.
Suheyla Taş di sala 2017an de li Amedê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin, li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve hat pêşwazîkirin.













