Rêxistinên mafên mirovan û ekolojiyê yên li Îzmîrê, ji bo danişîna ekolojîst Esra Işik a ku wê di 27ê Nîsana 2026an de li Dadgeha Cezayê Asliye ya 3emîn a Milasê bê dîtin, banga piştevaniyê kirin.
Saziyên mafên mirovan û ekolojiyê, derbarê doza ku li dijî ekolojîst Esra Işik hate vekirin û niha girtî jê tê darizandin, li Salona Konferansê ya Parêzer Tahir Elçî ya Baroya Îzmîrê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de pankarta “Esra Işik bi tenê nîn e. Parêzvanên mafên mirovan û jiyanê nayên darizandin. Biryarên ‘desteserkirina lezgîn’ bila demildest bên betalkirin” hat daleqandin.
Nûnerên saziyên sivîl, parêzvanên mafan û xwezaparêz beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Seroka Komeleya Rojeva Mafên Mirovan parêzer Beydag Tiraş Oneri ve hate xwendin.
‘Berxwedana Akbelenê bû mînak û hêvî’
Beydag Tiraş Onerî destnîşan kir ku Esra Işik bi îdiaya “berxwedana li dijî wezîfedarên dewletê” û “heqareta li karmendên gelemperî” tê darizandin û got: “Wekî tê zanîn, di sala 2014an de santralên termîk ên li herêmê û qadên madenê ji bo şîrketa YK Enerjî hatin dewrkirin. Gava şîrketê di sala 2019an de xwest madenê ber bi Daristana Akbelenê ve fireh bike, gundî û parêzvanên xwezayê li ber xwe dan. Ev berxwedana ku ji bo parastina hewa, av û axê dest pê kir, di demeke kurt de ji bo her kesê ku alîgirê demokrasî û mafên mirovan e, bû mînak û hêviyeke mezin.”
Beydag Tiraş Onerî bi bîr xist ku şîrketa YK Enerjî bi piştgiriya desthilatdariyê “şideta sazbendî” dimeşîne û tevî dozên li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind berdewam dikin jî, di 10ê Çileya 2026an de bi biryara Serokkomariyê gelek zeviyên zeytûnan hatine desteserkirin. Beydag Tiraş Onerî diyar kir ku Esra Işik ne tenê mala malbata xwe, lê ekosîstema herêmê diparêze û parêzvaneke mafan e û got: “Esra Işik di Danezana Parêzvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de cîh digre. Ji ber vê yekê, binçavkirin yan jî zextên li ser wê ji ber xebatên wê yên mafparêziyê, bi tu awayî nayên qebûlkirin. Em wek saziyên ku ji bo parastina mafan li ser piyan in, dibêjin ku em li gel Esra Işik û berxwedêrên Akbelenê ne. Divê hemû sûcdariyên li ser wê bên rakirin û biryara beraatê bê dayîn.”
Bang ji bo danişînê
Di dawiya daxuyaniyê de bang li desthilatdariyê hat kirin ku biryarên “desteserkirina lezgîn” betal bike û dawî li tacîzên darazê bîne û got: “Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Bilind dikin ku vê zilmê rawestînin. Her wiha em bang li hemû kes û saziyên demokratîk dikin ku di 27ê Nîsana 2026an, roja Duşemê, saet di 10.00an de li Dadgeha Milasê amade bin û piştevaniyê mezin bikin. Esra Işik bi tenê nîn e! Akbelen bi tenê nîn e!”













